DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir
- 15:12 6 Hezîran 2026
- Rojane
ENQERE - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û DEM Partiyê ji ber gotinên zayendperest û nijadperest ên Rahmî Koç serî li Serdozgeriya Îzmîrê da û giliyê Rahmî Koç kir.
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û DEM Partiyê ji ber gotinên zayendperest û nijadperest ên Rahmî Koç ku duh di vekirina nexweşxeneyeke Îzmîrê de kiribû serî li Serdozgeriya Îzmîre da û giliyê Rahmî Koç kir. Di gilîkirina DEM Partiyê de hate gotin ku Rahmî Koç nasnameya Kurd û jinan kiriye hedef û ji ber vê yekê ew giliyê wî dikin.







