Li Kobanê komxebata parastina YPJ'ê
- 15:09 6 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jin a partiyên siyasî li Kobanê ji bo parastina hebûna YPJ’ê di pêşeroja Sûriyê de komxebatek bi sernavê “Di bin ala Yekîneyên Parastina jin YPJ de yekbûna jinên Sûriyê ji bo azadî, edalet û wekheviyê” li dar xist. .
Neqebûlkirina Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) di nava wezareta parastinê a Sûriyê de hêrsa jinên Rojavayê Kurdistanê bilind kiriye. Lewra li Rojavayê Kurdistanê li ser vê bingehê her roj çalakiyên curbecur pêk tê. Jinên Rojavayê Kurdistanê bi zanabûyîna înkarkirina hebûna YPJ’ê înkarkirina hebûna jin û destkeftiyên jinan e rojane di nava çalakiyan de ne.
Îro li bajarê Kobanê di heman çarçoveyê de Meclîsa Jinên Partiyên Siyasî yên Kobanê ku Partiya Yekîtiya Demokratîk, Partiya Sûriya Pêşeroj, Partiya Çep, Partiya Konferans û ya El Partî di nava xwe de digre, komxebata bi sernavê “Di bin ala Yekîneyên Parastina jin YPJ de yekbûna jinên Sûriyê ji bo azadî, edalet û wekheviyê” li navenda PYD’ê birêxistin kir.
Di Komxebatê de bi dehan şervanên YPJ’ê, jinên siyasetmedar,tevger û rêxistinên jin, Asayîşa Jin, rêxistinên civaka sivîl û jinên ciwan amedebûn.
Komxebat li ser du mijarên sereke birêve çû. Yek ji wan mijaran, rewşa jinan di Sûriyê de û pêşeroja wê. Ev mijar ji aliyê rêveberiya Kobanê Rûken Ehmed ve hat nirxandin. Mijara dûyem jî, neqebûlkirina YPJ’ê û têkoşîna li hember wê. Mijara duyemîn ji hêla fermandariya YPJ’ê Dilbirîn Kobanê ve hate nirxandin. Di heman demê de du zînevîzyonên cuda yên hatibûn amedekirin, hatin pêşkeşkirin.
Di komxebatê de derheqê jin û destkeftiyên jin de nîqaşên berfireh û kûr pêşketin. Di komxebatê de jin balê kêşandin ser têkoşîn, berxwedanî û destkeftiyên jinan yên çarde salan. Her wiha jin gotin ku çardeh salên me yên li bajarê Roj û Berxwedanê ji cîhanê re îspat kirine ku jin garantorên yekane yên demokrasî û azadiyê ne.
Komxebat bi encamnameyek dawî bû.
Encamname wiha ye:
"* Xebat ji bo pêkanîna prensîba temsîliyeta jinan di saziyên Sûriya nû de, ji hêla destûrî û qanûnî ve, tevî misogerkirina temsîliyeta herî kêm ji sedî 50’î ji bo jinan di şaxên zagonî, rêveberî û dadwerî de, li gorî ezmûna serketî ya rêveberiya xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
* Vegerandina rola Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) wekî artêşeke neteweyî ya Sûriyeyê. Bi fermî naskirina wan wekî pişta parastina jinan û parastina Sûriyeyê li dijî terorîzm û tundrewiyê. Weke hêza parastina jin di Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de bi awayekê fermî were qebûl kirin. Ji ber YPJ hêza pêşeroja Suriyeyê ye û heman demê de parastina serxwebîna jin ya di rêxistinî, exlaqî û leşkerî de.
* Destpêkirina kampanyayek siyasî û qanûnî ya navneteweyî ji bo misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan. Rê li ber serokatiya wî ya veguherîna demokratîk û aştiya berfireh li Sûriyeyê û herêmê vedike, ji ber ku ew mîmarê rewşenbîrî û exlaqî yê modela ji bo hêzdarkirina jinan û civakek demokratîk e.
* Avakirina desteyeke yasayî ya jinan a bilind, ku ji parêzer û dadwerên jin ên endamên partîyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl pêk tê, da ku qanûneke rewşa kesane ya yekgirtî amade bike ku hemû cureyên cudakarîyê li dijî jinan ji holê rake û zewaca zû, şîdeta navmalî û kuştinên ji bo namûsê sûcdar bike.
* Xurtkirina têkoşîna siyasî û sivîl di bin slogana "Jin, Jiyan Azadî" de û çêkirina wê çarçoveyeke neteweyî ya berfireh ku rizgariya fîzîkî, siyasî û rewşenbîrî ya jinan bi avakirina pergaleke demokratîk a nenavendî ve girêdide ku edaleta civakî ji bo her kesî garantî dike.
* Avakirina akademiyeke neteweyî ji bo perwerdekirina jinan di rêberî, dîplomasî û çareserkirina nakokiyan de, ji bo pisporîya bi hezaran jinên ku li Kobanî û deverên din perwerdehiya partîyê wergirtine.
* Xebata ji bo avakirina foneke neteweyî ji bo piştgirîkirina rêberên jin di qonaxa piştî şer de, ku ji hêla Hikûmeta Demkî ya Sûrîyeyê û rêxistinên navneteweyî ve tê fînansekirin, da ku ji jinên ku dixwazin projeyên xwe yên aborî ava bikin û zirarên ku ji ber şer kişandine tezmînatê bidin wan.
* Ji nû ve avakirina Asayîş û saziyên Ewlekariya Navxweyî da ku yekîneyên jinan ên pispor ji bo parastina navendên ewle ji bo jin û keçan, têkoşîna li dijî bazirganiya mirovan û misogerkirina hawîrdorek ewle ji bo jinan di stargehan de tê de hebin."
Di dawiya komxebatê de ev xal hate gotin: “Ev encam ne tenê pêşniyar in, lê belgeyek siyasî, leşkerî û manewî ne ku em ji Kobaniyê ber bi avakirina Sûriyeya nû ve dest pê dikin, Sûriyeyek ku bi destên me hatiye avakirin rêberî, rêxistin û nirxan. Rûmet ji şehîdên me re, azadî ji bo rêberê me, fîlozof Abdullah Ocalan, û jiyana hevbeş ji bo gelê serbilind ê Sûriyeyê.”
Komxebat bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî dawî bû.







