ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2025'AN

  • 09:00 8 Mijdar 2025
  • Rojev
 
* Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDK'ê Hêlîn Ozdîlek diyar kir ku heta gelê Kurd azad nebe, li Tirkiyeyê kes nikare azad be û tekez kir ku divê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê her kesî ve were qebûlkirin û ev yek berpirsiyariyê dixe ser milê her kesî. DÎMEN HEYE 
 
* Jinên li taxa Xaçortê dijîn û diyar kirin ku krîza aborî jiyana wan her ku diçe dijwartir dike û gotin, "Yek ji sedemên xizaniyê polîtîkayên xelet ên berpirsan, siyaseta qirêj û nebûna yekîtiyê ye. Sedemeke din jî ew e ku budçeyên heyî ji bo polîtîkayên şer û asîmîlasyonê yên li dijî gelê Kurd têne xerckirin."DÎMEN HEYE 
 
* Doza li dijî polîs Burhan Kolbaşi, ku bi wesayîta zirxî li Zilan Yamankılıç û du kesên din qelibî û di encamê de ew mirin, bi hinceta ku walîtî destûr nedaye lêpirsînê, du caran hate betalkirin.
 
*Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li  li Dijî  Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî, Kedkara Temel Cotnayê ku nêzî salekê ye di  grevê de ye Sinem Kaya, li ser şîdeta li dijî kedê û berxwedana jinan axivî. Got, "Em, jin jî piştgiriyê didin malbatên xwe û em ji bo mafê kedê têdikoşin." DÎMEN HEYE