Meclîsa Jinan a DBP'ê li bajarên cuda atolye dan destpêkirin
- 11:32 8 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a DBP'ê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li gelek bajaran bi sernavê "Bîrdoziya rizgariya jinan" atolye li dar dixe û dê li ser azadî, xweparastin û têkoşîna civakî ya li dijî şîdeta baviksalar bisekinin.
Bi nêzbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hember Jinan a Navneteweyî rêxistinên jinan û meclîsên jinan ên partiyên siyasî bernameyên xwe yên çalakiyan eşkere kirin.
Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li gelek bajaran dê atolye li dar bixe û dê bal bikişîne ser Birdoziya Rizgariya Jinê. Di atolyeyê de rêxistinbûn, xweparastin, têkoşîna civakî û berxwedana li dijî şîdeta baviksalar dê nîqaş bên kirin.
Meclîsa jinan a DBP'ê dê li Mêrdîn, Amed, Sêrt, Dersîm, Çewlig, Wan, Colemêrg, Îdir, Agirî, Muş, Şirnex, Osmaniye, Îzmîr û Erzîromê atolyê dê bên lidarxistin.
Her wiha Meclîsa Jinan DBP'ê diyar kir ku dê tevlî plansaziya 25'ê Mijdarê ya Tevgera Jinên Azad’ın (TJA) bibin.







