Bi atolyeyan piştevaniyê mezin dikin

  • 11:54 8 Mijdar 2025
  • Rojane
MÊRDÎN - Di çarçoveya 25'ê Mijdarê de, jinan di atolyeyên taxan de ku ji hêla TJA û Şaredariya Şemrexê ve hatine organîzekirin, pirsgirêkên xwe parve kirin, çareserî pêşxistin û meclîsên jinan ava kirin.
 
Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Naventeweyî de, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Şaredariya Şemrexê ya Mêrdînê bi hev re li taxên Ewrîxan û Hesen û gundê Yewrê atolye li dar xistin. Hevşaredara Şemrexê Kudret Uçuk, Hevseroka Navçeya Şemrexê ya  DEM Partiyê Ronahi Temel, karmendên Beşa Jinan a şaredariyê û gelek jin beşdarî komxebatan bûn.
 
Di atolyeyan de pirsgirêkên aborî, civakî û derûnî yên ku jin pê re rû bi rû dimînin hatin nîqaşkirin û ji bo pêşxistina çareseriyên herêmî li her taxê meclîsên jinan hatin damezrandin. Armanca van meclîsan ew e ku rasterast daxwazên jinan çareser bikin û torên hevgirtinê xurt bikin.
 
'Têkoşîna herî bibandor a li dijî tundiyê helwesteke rêxistinkirî ye'
 
Hevşaredara Ş Şemrexê Kudret Uçuk di komxebatê de axivî û bal kişand ser awayên cûda yên tundiya li dijî jinan û got, "Têkoşîna herî bibandor a li dijî tundiyê tenê bi helwesteke rêxistinkirî mimkun e."
 
'Jin hedefa polîtîkayên şerê taybet in'
 
Hevseroka Navçeya Şemrexê ya DEM Partiyê Ronahî Temel jî bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên ku jinan hedef digirin û got "Armanca sereke ya van polîtîkayan her tim jin in. Em jin dê li her aliyê jiyanê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bidomînin."
 
Hevgirtinê bi serdanên malan berdewam kir
 
Piştî ku jinan pirsên xwe kirin û daxwazên xwe anîn ziman, atolye bi dawî bûn. Piştî bernameyê, Hevşaredar Kûdret Uçuk û kesên pê re serdana jinên ku nekarîn beşdarî atolyeyan bibin  kirin.