Bestekar û piyanîsta Îranî Çîsta Garîb Gorganî jiyana xwe ji dest da

  • 13:10 2 Mijdar 2025
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Çîsta Garîb Gorganî ya bestekar û piyanîst ku ji 9 saliya xwe ve dest bi muzîkê kir û tevahiya jiyana xwe bi perwerdeya muzîkê derbas kir, roja yekê Mijdarê jiyana xwe ji dest da.
 
Bestekar, piyanist û perwerdekara piyanoya klasîk Çista Garib Gorgani, 1’ê Mijdara 2025’an jiyana xwe ji dest da.
 
Garîb Gorganî, di beşa Hunerên Bedew û Mîmarî ya Zanîngeha Azad Îslamî ya Îranê de profesora piyanoya klasîk bû.
 
Garîb Gorganî dema ku 9 salî bû li Konservatuara Muzîkê ya Tehranê dest bi muzîkê kir, heft salan ji piyanîstê navdar Emanuel Melik-Aslanyan perwerdeya piyanoya klasîk dît. Piştî ku dîplomaya xwe ya lîseyê girt, ji ber berdewamkirina perwerdeya xwe çû Kraliyeta Yekbûyî û li Londra Trinity College of Musicê perwerde dît.
 
Temenê xwe bi perwerdeya muzîkê derbas kir
 
Piştî ku vegeriya Îranê li Navenda Hunerê ya Kanun Çeng dest bi xebatê kir dûre li Dibistana Huner û Edebiyatê ya girêdayî Saziya Televîzyon Radyo ya Îranê (IRIB) dersên solfej û teoriya muzîkê da.
 
Çîsta Garîb Gorganî her wiha koroyeke zarokan ava kir, gelek stranên zarokan ên ku di salên borî de hatine gotin, ji nû ve îcra kir û sererastkirina wan girt ser xwe.