Çalakiya ji Abdullah Ocalan re azadî: Gel li qadê kom dibe
- 11:52 8 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji gelek bajarên Ewropayê gel ji bo meş û mîtînga li Koln Deutzer Werft a bi dirûşma “Dawî ji tecrîda 27 salan re! Ji Ocalan re azadî”, tê ba hev.
Kurdistanî û dostên wan ji bo meş û mîtînga li bajarê Koln ê Elmanyayê, ji xeynî Elmanyayê ji Fransa, Hollanda, Belçîka û Swîsreyê tên ba hev. Gel ji saetên siharê yên zû ve li qadê kom dibin, govend digerînin û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz dikin.
Ji bo meş û mîtînga ji azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, li seranserî Elmanyayê zêdeyî 100 civînên gel; bi hezaran serdanên ji bo mal û esnafan pêk hatin. Bi sed hezaran belavok hatin belavkirin, ji welatên mîna Elmanya, Fransa, Swîsre, Belçîka û Hollandayê gel bi sedan otobus û bi hezaran wesayîtên şexsî diherike Kolnê.
Ji xeynî siyasetmedarên Elman, Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir wê tevlî meşê bibe û xîtabî gel bike.
Gelek hunermendên encamên Hunera Mizgîn û TEV-ÇAND’ê jî wê beşdarî çalakiyê bibin. Hin ji hunermendên ku wê tevlî çalakiyê bibin, ev in: Hozan Şemdîn, Hozan Comerd, Xelîl Xemgîn, Hozan Aydin, Hekîm Sefkan, Cewad Merwanî, Peywan Arjîn, Zozan Zûdem, Nebez Abdulah, Feyzî Kiliç, Nuarîn, Rodî, Yilmaz Tekîn, Berxwedan Efrîn, Hêvî Çiya, Dilara Bozan, Awaz Bariş, Talat Yeşîl, Sînan Asya, Sosin, Şerîf Ogur, Loqman Dilwar, Mihemedê Hezexî, Onur Evîn, Hozan Fîgen, Eylem Kulahci, Gulê Mayera, Denîz Deman, Meral Alkan, Narinxan Cizîri, Diyar Gerila, Zahir Loran, Sercan Kobanî, Serdar Azad, Farqin Azad, Diyar Mehrovi, Maruf, Ulas Kelasin, Sedat, Arya, Cengiz, Ferhat Yilmaz, Bengî Agirî, Azad Karahan, Filiz, Amele, Şêrîn Alma, Rûken, Ronahî, Sîpan, Mustafa Şahîn, Mustafa, Sînan Hezer û Hogir Ar.







