Lîstikvana ji Helebê hêjayî xelatê hat dîtin
- 13:35 6 Mijdar 2025
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Lîstikvana Helebçeyî Toran Umîd Qadir ji bo lîstika xwe ya bi navê "Zerwê", ku di roja dawîn a 9’emîn Festîvala Şanoya Kolanan a Navneteweyî de li Kerkûkê hat lidarxistin, xelata Baştirîn Lîstikvana Lîstikê wergirt.
Di roja dawî ya 9’emîn Festîvala Şanoya Kolanan a Navneteweyî de ku li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê tê lidarxistin, lîstika "Zerwê" ku ji hêla Hewrê Hadî ve hatiye nivîsandin û derhênerîkirin, wekî berhemeke hevbeş a Rêveberiya Çand û Hunerê ya Helebce û Yekîtiya Hunermendên Kurdistanê / Şaxa Helebce hate pêşandan.
Toran Umîd Qadir, ku di lîstikê de rol girt, ji bo performansa xwe ya berbiçav xelata "Lîstikvana Herî Baş" wergirt.
Di festîvalê de komên şanoyê ji 20 welatan, di nav de Herêma Kurdistanê, Iraq û welatên din ên cîhanê, beşdar bûn.







