‘Em dixwazin jin di dîrokê de cihê xwe bigirin’

  • 09:05 1 Hezîran 2025
  • Rojane
 
Roza Metîna 
 
AMED - Aktivîsta TJA’yê Asiye Kolçak da zanîn niha ji bo jinan dîrokeke taybet mijara gotinê ye û got:”Em jinên kurd, di rojên dîrokî re derbas dibin. Li tevahiya Rojhilata Navîn dîrokeke nû, dîrokeke giran, dîrokeke hêja çêdibe. Ji ber vê jî di vê dîrokê de em dixwazin jinên kurd cihê xwe bigirin. Bi rengê xwe, bi zimanê xwe, di aştiyê de em cihê xwe bigirin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 28-29ê Gulanê de li Amedê 1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd li dar xist. Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Asiye Kolçak a tevli konferansê bû bal bir ser rola jinan a di yekitî û civaka demokratîk de û got:” Ji aliyê civakê ve rihê yekîtiyê ji nû de çêbû. Di vê yekîtiyê de jî jinan rol girtin ser xwe. Em dixwazin, li Bakur, Rojava, Rojhilat, Başûr, dîasporayê jin ji aliyê siyasî û dîplomasiyê de têkiliyên xwe xurt bikin. Jin bi hev re hîn zêdetir rêxistinbûyin û têkiliyên xwe xurt bikin.”
 
‘Em dixwazin jin di dîrokê de cihê xwe bigirin’ 
 
Aktivîsta TJA’yê Asiye Kolçak di destpêkê de da zanîn niha ji bo jinan dîrokeke taybet mijara gotinê ye û wiha got:”Jinên ji çar aliyên Kurdistanê li Amedê hatin gel hevdu. Ez û hemû jin ji ber vê yekê gelekî kêfxweş bûn. Bi rastî jî em jinên kurd, di rojên dîrokî re derbas dibin. Ne tenê ji bo jinan. Li tevahiya Rojhilata Navîn dîrokeke nû, dîrokeke giran, dîrokeke hêja çêdibe. Ji ber vê jî di vê dîrokê de em dixwazin jinên kurd cihê xwe bigirin. Bi rengê xwe, bi zimanê xwe, di aştiyê de em cihê xwe bigirin. Gotinek heye divê, ‘hinek kes dîrokê dinivîsin, hinek kes dîrokê çêdikên.’ Jinên kurd nêzikî çil salî ne li Rojhilata Navîn li ser navê têkoşîna jinan, li ser rizgarkirina jinan dîrokê ji nû de çêdikên. Loma jî ked û gotina jinên kurd ji bo rizgarkirina civakê zêdetir girîng e.” 
 
‘Em dixwazin civakek demokratîk ava bikin’
 
Asiye Kolçak a bal bir ser civaka demokratîk wiha dewam kir:”Rol û misyona jinên kurd giran e. Em dixwazin di vê dîrokê de guhertineke mezin çêbikên. Em dixwazin bi pêşengiya jinê civakeke demokratîk ava bikin. Em dixwazin li her çar aliyên Kurdistanê yekîtiya jinan xurt bikin, gotina jinan mezin bike. Her wiha em dixwazin zimanê Kurdî û axa kurdan azad bikin.”
 
‘Rola jinan li dij koletiyê girîng e’ 
 
Asîye Kolçak di heman demê de qala girîngiya rola jinan kir û wiha pê de çû:”Em her tim dibêjin jin azad nebin civak jî azad nabe. Di civakê de, di jiyanê de jin hene. Loma jî rola jinê hîn mezin e. Ji bo azadiyê ji bo têkoşîna gel, ji bo têkoşîna li dijî koletiya jinê, rola jinê bi taybet girîng e.” 
 
‘Di yekîtiyê de jî jinan rol girtin ser xwe’
 
Asiye Kolçak da zanîn jin di warê yekîtiyê de jî xwediyê roleke taybet in û wiha dewam kir:”Ji aliyê civakê ve rihê yekîtiyê ji nû de çêbû. Di vê yekîtiyê de jî jinan rol girtin ser xwe. Em dixwazin, li Bakur, Rojava, Rojhilat, Başûr, dîasporayê jin ji aliyê siyasî û dîplomasiyê de têkiliyên xwe xurt bikin. Jin bi hev re hîn zêdetir rêxistinbûyin û têkiliyên xwe xurt bikin. Em bi têkoşîn û keda jinan bawer in. Em bi vê bîr û baweriyê jî jinên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Em dibêjin ew her roj di vê têkoşînê de riya me ronî dikin. Em jî di riya wan de têkoşîna xwe mezin û dewam bikin.”