Li Wanê ji bo statûya zimanê Kurdî meş

  • 19:13 2 Hezîran 2025
  • Çand û Huner
 
WAN -Li Wanê di çarçoveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de meşeke girseyî hat lidarxistin û banga "Ji bo aştiyek bi rûmet, divê nirxên neteweyî yên gelê Kurd werin naskirin" hat kirin.
 
Saziyên zimanê Kurdî li navçeyên Bêgirî û Ebex ên Wanê di çarçoveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de, bi dirûşma “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” meş li dar xistin. Nûnerên partiyên siyasî, hilbijartî, komele û rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr û gelek kesên din beşdarî meşê bûn.
 
Girseya ku pêşî li navenda navçeya Bêgirî meşiya, piştre derbasî navçeya Ebexê bûn û heta navenda navçeyê meşiyan.
 
Di meşê de dovîzên "Ji bo Kurdî statu" û "Perwerdehiya bi Kurdî" hilgirtin û bê navber dirûşmên "Bê Kurdî jiyan nabe", "Kurd, Kurdî, Kurdistan", "Bê ziman jiyan nabe" berz kirin. Piştî meşê li navçeya Ebexê daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta "Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî" hat vekirin.
 
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Gulşen Kûrt di daxuyaniyê de axivî. Gulşen Kûrt bi bîr xist ku 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye û got, "Bi salan e gelê Kurd li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê têdikoşe. Zimanê dayikê sembola mirovan, çanda wan, jiyana wan e. Divê gelê Kurd vê nirxê biparêze û zindî bihêle. Kurdî zimanekî kevnar û dewlemend e, ji ber vê yekê divê em zimanê xwe yê dayikê zindî bihêlin û fêrî wan bikin. Ez ji vir bang li malbatan dikim; divê em her malekê bikin dibistanek Kurdî û zimanê Kurdî fêrî zarokên xwe bikin."
 
'Divê nirxên neteweyî bên parastin'
 
Hevberdevkê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar jî bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê û got, "Em heta dawiyê li pişt vê bangê ne. Heta hikûmet ziman, çand, nav, bajar, gund û welatê me qebûl nake, wê çawa aştî pêk were? Ji bo aştiyek bi rûmet, divê nirxên neteweyî yên gelê Kurd werin naskirin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bê Kurdî jiyan nabe" bi dawî bû.