
Li Erdîşê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
- 14:30 28 Gulan 2025
- Rojane
WAN - Li navçeya Erdîşê ya Wanê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin. Di vekirina komeleyê de Dayikên Aştiyê peyama aştiya bi rûmet û Tirkiyeya demokratîk dan.
Dayikên ku weke Meclîsa Dayikên Aştiyê li navçeya Erdîş ya Wanê xwe bi rêxistin kiri, vekirina Komeleya Dayikên Aştiyê kirin. Di vekirinê de Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Wanê Gulşen Kurt, Tevgera Jinên Azad (TJA), gelek saziyên sivîl ên bajêr û gelek welatî amade bûn.
Di vekirinê de dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.