Sedsal derbas bû: Tundî, zext û asîmîlasyon zêde bûn

  • 09:08 12 Gulan 2025
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Şukran Demîr zextên li ser zimanê Kurdî nirxand û got: “Zextên dewletê her tim hebûn. Divê telafiyek dewletê ya ji bo zimanê Kurdî hebe.” 
 
Zextên li ser zimanê Kurdî her tim hebûn û Kurd ev sed sale bi pêkanînên asîmîlasyon , zext û tundiyê re hatin rû hev. Tevî hemû zextan Kurd bi israr nasnameya xwe diparêzin.
 
Bi nêzîkbûna 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Şukran Demîr der barê zextên li ser zimanê Kurdî axivî.
 
Şukran Demîr da zanîn ku li Tirkiyeyê gelê Kurd di alî ziman de her tim bi zextan re hatiye rû hev û ev zext ne têkildarî salên 2000’î an jî salên 19990’î ye. Şukran Demîr wiha anî ziman: “Ji dema komarê heta niha zext her çûn giran bûn. Dema em li belgeyên arşîvê yên komarê dinêrin ev şênber derdikevin pêş. Ziman bîra çandî a gel zindî dihêle. Gel ji bo hebûna xwe bidmîne ziman girînge. Ji bilî Tirkbûnê di komara Tirkiyeyê de hemû gel tune hatine hesibandin. Kurd jî yek ji van gelan e. Tevî van Kurdan zimanê xwe parastine. Kurd alî çandî de xwedî mîrateyek girîngin.”
 
Zext û qedexe….
 
Şukran Demîr der barê zext û qedexeyên li ser zimanê Kurdî ev tişt anî ziman: “Di dîroka 100 salî ya komarê de em dikarin vê bi rehetî bibînin. Salên 90’î bi awayekî xurt di hişan de cih girt. Di dîrokê qedexeyên li ser ziman her tim hebûn. Gelek mînak hene. Ev di arşîvan de jî dertên pêşbeî me.Pirtûka Esseyît Huseyîn ya di 1925’an de hatiye nivîsîn ya Kurdî ketina wê ya Tirkiyeyê hat qedexekirin. Plaka Şêx Saîd a Kurdî di 1937’an de hat qedexekirin. Di 1946’an de pirtûka Cegerxwîn ketina wê ya Tirkiyeyê hat qedexekirin. Ferhata Lugat a Kurdî ya bi navê el Nurşadî ya li Iraqê hat çapkirin nehiştin bikeve Tirkiyeyê. Mewluda Kurdî ya di 1951’an de nehiştin bikeve Tirkiyeyê.”
 
Zextan berdewam kir
 
Şukran Demîr diyar kir ku zextan di salên 2000 û piştî wê jî zêde bûne û di 2009’an de Alî Boçnak yê bi kurdî Mewlud xwend hat girtin û wiha vegot: “Zextên li ser Kurdî bi demekê sînor neman. Em jî vê bi belgeyan pir zelal dibînin. Ev polîtîkaya dewletê ya li hember Kurdan nîşan didin. Ev qedexe ne mijara ku rojname, pirtûk an jî broşurek bi Kurdî hatine derxistinê ye. Ne tenê li Tirkiyeyê li derveyê sînorên Tirkiyeyê li welatên din jî der barê Kurdî de xebatek herî biçûk a Kurdî ji Tirkiyeyê re hatiye ragîhandin.”
 
Nebûna qada Kurdî pirsgirêkek cidiye
 
Şukran Demîr, destnîşan kir ku Tirkiyeyê nexwestiye zimanê Kurdî pêş bikeve û Kurdan tevî hemû zextan li her qadê zimanê xwe parastine. Şukran Demîr wiha dirêjî dayê: “ Kurdî êdî li kolanan tê axaftin wek berê ne qede ye. Lê rastiyek wisa heye, di bin navê zimanên dijîn de ji bo Kurd jî li zanîngehan qad hat vekirin. An jî wek dersa hilbijarte ji Kurdî re qad hat vekirin. Tayînkirina mamosteyên Kurdî yek an jî du ye. Ev pirsgirêkek cidiye. Her wiha divê zimanê Kurdî tevli qada perwerde, bazirganî û cemawerî bê kirin. Her gel neçare ziman, çanda xwe biparêze.  Çanda Kurdî Jî şert e. Divê zimanê Kurdî bikeve bin ewlehiya destura bingehîn.”