
Jin bi xizan cejnê pêşwazî dikin
- 09:04 29 Adar 2025
- Ked/Aborî
Melîke Aydn
ÎZMÎR - Xizaniya jinan roj bi roj giran dibe û jin li dijî serdestiya mêr bê ewle dimînin. Jinan diyar kirin ku li dijî vê divê piştevanî û rêxistinbûna jinan xurt bibe.
Li gorî daneyên Navenda Lêkolîna DÎSK’ê di 2025’an de sînorê birçîbûnê bi 22 hezar û 886 lîra û ya xizaniyê jî 79 lîra û 165 e. Li gorî daneyên TUÎK’ê enflasyon li gorî sala borî ji sedî 40 e. Hêza girtinê her diçe dikeve û bêguman yên herî zêde bi bandor dibin jin in.
Jinan diyar kirin ku krîza aboarî jin hîn bêtir bê ewle kirine û xwegîhandina xurekan pir qelse. Jinan beriya Cejna Remezanê der barê xizaniya jinan de axivî.
Ji Sendîkaya Kedkarên Yekbûyî Pakîze Namzar ya ya bi salan keyatî kiriye heman demê de ji bo teqawîtan têdikoşe. Pakîze Namdar da zanîn ku dema keya bûye bi pirsgirêkên jinan re eleqeder bûye û wiha da zanîn: “Jinên ji mêran veqetiyane, hewl didin li zarokên xew binêrin zehmetiyên mezin dikşînin. Hinek ji ber zor û zehmetiyan neçarî fuhuşê tên kirin. Ev rewş zêde bûye. Ji ber bêçarebûn heye. kesekî wan tuneye kesê alîkariyê bidin tuneye. Rewşa teqawîtan jî hemane. Ya mûçeyê hevjîn digirin ya jî ya ji bavê wan maye digirin. Ez niha 12 hezar digirim. Lê kirê de me. Jin zor û zehmetiyan dikşînin.”
‘Jinan terkî jiyana bêrumet dikin’
Pakîze Namdar di berdewamiyê de bi lêv kir ku teqawît nikarin pereyê çareyeke li derve vexwin bibînin û wiha domand: “Li Bornovayê li qadekê şîranî tê belavkirin. Mirov heye nîvê roja xwe di dora wê de derbas dikin. Mirov di rewşek nebaş de ne. Mirov bêrumet tên hiştin. Mirov dibe êvar diçin bazaran tiştên li erdê ketine kom dikin. Jin neçarî diçin kom dikin. Divê mûçeyê teqawîtan bê zêdekirin.Zarok baş xwedî nabin. Zarok xurekên baş nikarin bixwin. Proteînan nagirin. Em ê li dijî vê xwe rêxistin bikin. Wekê din çare nemaye.”
‘Jin xizaniyê dijîn’
Suna Yilmaz jî bi lêv kir ku hema hema hemû jin xizaniyê dijîn û xizanî ne tenê alî aborî de di alî çandî,jiyan û gelek mijarên din de tê jiyîn. Suna Yilmaz wiha domand: “Di plana duyemîn de tên dîtin. Ji bo xwendina zarokan piştgirî tuneye. Bi taybet zarokên keç ji perwerdehiyê bêpar tên hiştin.Divê jin xwe pêş bixînin. Divê girîngiyê bidin pewrerdehiyê. Divê di qada cemawerî de îstîhdama jinê bê avakirin.”
‘Ewlehiya jinan tuneye’
Melek Aslan jî diyar kir ku memûrbûn nayê wateya jiyanek aram û got ew memura teqawîte û pisgirêka debarê dijî. Melek Aslan wiha domand: “Em cejnê de li malê ne. Jin zarokên xwe difikirin. Dibêjin em di vê xizaniyê de çi bikin. Ji ber nikarin tiştekî bikin xemgîn dibin. Ewlehiya jinan tuneye.”
‘Em hatine asta bêzarbûnê
Karkera malê Bîcan Dursun jî bi lêv kir ku jinên karkerên malê li gorî dilê xwe nikarin tiştekî bigirin û baş xwedî nabin. Bîcan Dursun wiha vegot: “Em nikarin daxwazên zarokan bigirin. Krîzê bandor li her kesî kiriye. Bi taybet jin bandor dibin. Dema daxwazên zarokên xwe nikarin bînin cih xemgîn dibin. Em hatine asta bêzarbûnê.
Karkera malê Burcu Koçer jî balkişand ser bihayên berheman û got: “Mûçe zêde bûn lê têr nake. Hêza girtinê ket. Her kes bi bandor dibe. Mirov nikarin goşt bigirin. Nikarin sebze bigirin. Her kes bêzar bûye.”