
‘Wê civaka êzidî ji peyama Rêber Apo re pêşengiyê bike’
- 09:03 29 Adar 2025
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya - Gulistan Gulmuş
AMED - Siyasetmedara Kurd Feleknas Uca derbarê peyama ku Abdullah Ocalan ji bo êzidiyan şandiye de axivî û da zanîn ku berpirsyarî dikeve ser milê civaka êzidî jî û got: “Êzidî ev name bi kêfxweşî pêşwazî kir. Rêber Apo nav çar dîwaran de dîl hatiye girtin. Lê di fikriyeta netewa demokratîk wekê li Çiyayê Şengalê nava me de bû.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî hevdîtina 27’ê Sibatê ya bi heyeta Îmraliyê re şûnde banga ‘aştî û civaka demokratîk’ kiribû. Piştî vê rojên borî de Abdullah Ocalan ji bo civaka êzidî peyamek şandibû.
‘Şengalê hîna xwe heyî nekiriye’
Feleknas Uca destnîşan ki rku banga Rêberê PKK’ê ya Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibatê de ji bo gelê Êzîdî pir girînge û wiha got: “Em behsa vê nameyê bikin, wekê ku Birêz Ocalan ne nav çar dîwaran de dîl hatiye girtinê bû. Rêber Apo wekê ku li çiyayê Şengalê nav civata êzidî bû û şahidiya fermana 73’an kiribû. Nameyek wisa şandibû. Ez vê nameyê girîng dibînim. Em hestên wî de jiyanek wekhev û azad dibînin. Rêber Apo ne tenê îcar berê jî behsa rêxistinkirina civaka êzidî kiribû. Ger civaka êzîdî xwe rêxistin nekirn ji fermandan derbas dibin. Di 2007’an de li Gir Hizer Siba Şêx Xiddir a Şenaglê komkujî hat kirin. Wê demê jî birêz Ocalan bang li civaka êzidî kir ku xwe rêxistin bikin. Me peyama Rêber Apo fêm nekiribû. Di 2014’an de jî komkujî hat jiyîn. Hemû cîhanê şahidiya vê fermanê kir. Em îro dinêrin hîna rewşa bi hezaran jinî ne diyare. Ew trajedî didome.”
‘Berpirsyarî dikeve ser milê êzidiyan jî’
Feleknas Uca daxuyakirin ku piştî nameya hatiye parvekirin kelecanek mezin jiyane û wiha dirêjî dayê: “Me 27’ê Sibatê de kelecanek mezin jiyî. Banga civaka demokratîk hat kirin. Di vê bangê de berpirsyarî dikeve ser milê êzidiyan jî. Em jî di vê bangê de xwe berpirs didbînin. Em ê berpirsyariya xwe bînin cih. Rêber Apo behsa dîrokê dike, behsa fermanên hatine jiyîn û piştî wê dike. Behsa rêxistibûna êzidiyan dike. Ji ber vê em xwe berpirs dibînin. Piştî nameyê şûnde civaka êzidî wê ji bo pêşeroja xwe berxwedan û têkoşîna xwe wê mezin bike. Peyama Rêber Apo wê ji civak êzidî re pêşengiyê bike.”