Xwendekarên di berxwedanê de ne: Em kirdeyên berxwedanê ne

  • 09:02 29 Adar 2025
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Xwendekarên zanîgeha Stenbolê ku li dijî girtina şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglu û betalkirina dîplomeya wî dest bi boykotkirina dersan kirin diyar kirin ku ew zimanê faşîst qebûl nakin û wiha gotin: “Ji Wanê heta Şîşliyê,em di hemû tayînkirina qeyûman de dibînin. Bi êrîşa li hemberê gel dixwazin bêrîkên xwe tije bikin.  
 
Li dijî girtin şaredarê bajarê mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û betalkirina dîplomeya wî li gelek zanîngehan çalakî hatin destpêkirin û ji 19’ê Adarê de ye çalakî didomin. Li Zanîngeha Teknîk a Ortadogu(ODTU), Zanîngeha Enqereyê, Zanîngeha Bîlkentê, Zanîngeha Yildirim Beyazit a Enqereyê, Zanîngeha Stenbolê, Zanîngeha Mîmar Sînan a Guzel Sanatlar, Bogazîçî, Galatasaray, Yildiz Teknîk, îstabul Teknîk, Marmara, Yenîtepe, Kadîr Has, Başkent, Bursa Uludag, Bahçeşehîr, Ege, Dokuz Eylul xwendekaran dest bi boykotê kirin û çalakiyên xwe didomînin. Xwendekarên zanîngeha Stenbolê der barê mijarê de axivîn.
 
Xwendekara ku nexwest navê xwe bide da zanîn ku bi salane polîtîkayên çewisandin, cudakirinê didomin û wiha got: “Li dijî newekhevî û zextan ewil Kurdan piştre jin û ciwanan li  berxwe dan. Divê ev neyê jibîrkirin. Bi tayînkirina qeyûman re zext zêde bûn. Li Zanîngeha Stenbolê hertim berxwedan hebû û wê hebe. Xwendekar wê  bêdeng nemînin û biaxivin. Xwendekar, Jin, ciwan, Kurd wê biserkevin. Em jinên li Fîlîstîn,, Rojava, Sudanê û hemû jinên li ber xwe didin silav dikin.” 
 
‘Dixwazin bêrîka xwe tije bikin’
 
Xwendekara zanîngehê ya wê jî nexwest navê xwe bide ev tişt anî ziman: “Li dijî êrîşan têkoşîna li zanîngehan hat destpêkirin li gelan  belav bû. Em her kesî vedixwînin berxwedanê . Em kirdeyên berxwedanê ne. Armanca girtinan tirsandine. Em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Em ê bi berxwedanê bi ser keivn.”
 
Ciwan çi dixwazin?
 
Xwendekara din ya ku nexwest navê xwe bide ev nirxandin kir: “Li her qadê dijhiqûqî tê jiyîn. Li zanîngehê jî tê jiyîn. Tayînkirina qeyûmê rektor jî parçeyek vê dijhiqûqiyê ye. Rejîma yek mêrî dîplomeya zanîngehê betal kir.  Ev êrîşeke li hember rêveberî û zanîngehê bi xwe ye. Ji ber rejîma yek mêrî dîplomeyê betal dike ev rewş ji bo zanîngehan xetere. Ev nîşan dide ku desthilatdarî bi rehetî dikeve nava zanîngehan. Dixwazin demokrasî tune bibe. Çi ji ciwanan dixwazin.”