
ROJEVA 29'Ê ADARA 2025'AN
- 09:00 29 Adar 2025
- Rojev
*Xwendekarên zanîgeha Stenbolê ku li dijî girtina şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglu û betalkirina dîplomeya wî dest bi boykotkirina dersan kirin diyar kirin ku ew zimanê faşîst qebûl nakin û wiha gotin: “Ji Wanê heta Şîşliyê,em di hemû tayînkirina qeyûman de dibînin. Bi êrîşa li hemberê gel dixwazin bêrîkên xwe tije bikin. DÎMEN HEYE
* Siyasetmedara Kurd Feleknas Uca derbarê peyama ku Abdullah Ocalan ji bo êzidiyan şandiye de axivî û da zanîn ku berpirsyarî dikeve ser milê civaka êzidî jî û got: “Êzidî ev name bi kêfxweşî pêşwazî kir. Rêber Apo nav çar dîwaran de dîl hatiye girtin. Lê di fikriyeta netewa demokratîk wekê li Çiyayê Şengalê nava me de bû.” BI DÎMEN
* Xizaniya jinan roj bi roj giran dibe û jin li dijî serdestiya mêr bê ewle dimînin. Jinan diyar kirin ku li dijî vê divê piştevanî û rêxistinbûna jinan xurt bibe. BI DÎMEN