
Li Egeyê Newroz: Dê jin aştiyê bînin
- 09:04 28 Adar 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Jinan pîrozbahiyên Newrozê yên li Îzmîr, Mûgla û Aydinê nirxand û diyar kir ku peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan deng vedan û ev peyam dan: "Ên ku dê aştiyê bînin jin in."
Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Îzmîr, Aydin û Mûglayê de jinan qad bi rengên zer, sor, kesk û mor xemilandin. Jinên ku piştî 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" berê xwe dan qada Newrozê, bi cil û bergên xwe yên neteweyî li qadan xwedî li nasnameya xwe derketin. Jinên di Komîteya Amadekar a Newrozê de cih giritn bal kişandin ser kelecana banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê û peyama 8’ê Adarê ku ji jinan re hat şandin.
'Hat xwestin ku tecrîd bê rakirin'
Endama Komîteya Amadekar a Newrozê Nîmet Aslan jî diyar kir ku qedexekirina xwepêşandanan a ji aliyê Walîtiya Îzmîrê ve ji ber xwepêşandanên şermezarkirina binçavkirina Ekrem Îmamoglû, beriya Newroza Îzmîrê, bi gel re têgihîştina ku Newroz jî qedexe ye, çêkiriye û ji bo vê yekê lêkolîneke cuda kirine. Nîmet Aslan anî ziman ku di roja Newrozê de ji texmînan zêdetir tevlîbûn çêbûye.Nîmet Aslan, anî ziman ku jin û ciwan bi alên zer, sor, kesk û posterên gelek pêşengên jin ketin qadê û got, "Ciwanên aştî xwestin, Gotin bila tecrîd bi dawî bibe. Jin weke biharê bi coş bûn, bi cil û bergên xwe yên rengîn qad tijî kirin. Bênavber dirûşmên 'Jin jiyan azadî' berz kirin.'Her wiha li dijî qeyûman dirûşmên, 'Dest nede vîna me, rejîma qeyûman bi dawî bikin' berz kirin."
'Kurdan gotin em li vir in û li îradeya xwe xwdî derketin'
Nîmet Aslan, anî ziman ku ji pêkhateyên cuda welatî hatin qadê û girseya gel gelekî bi coş bû û diyar kir ku bi taybet ciwanan di çarçoveya binçavkirinên dawî û lihevkirina bajaran de hemû qeyûm protesto kirin. Nîmet Aslan got, "Kurdan gotin 'Em vîna xwe diparêzin. Em hem li metrepolan û hem jî Kurdistanê hene'. Di meşê de bê navber dirûşmên, 'Zindanan vala bikin' hatin qîrîn. Axaftina Meral Daniş Beştaş pir bi wate bû, ji aliyê girseyê ve bi erênî hate pêşwazîkirin, redkirina îradeya kurdên li metrepolan bi lihevhatina bajaran rexne kir û got, "Em jî li vir in, em îradeya xwe diparêzin. Hûn me diavêjin zinadan lê em pir dibin û tên." Herwiha Nîmet Aslan diyar kir ku dê jin aştî û azadiyê bînin vîş welatî.
'Ji 8'ê Adarê derbasî Newrozê bûn'
Li Muglayê ji ber hincetên çûnûhatinê Newroz li du nuqteyên cuda yên Datça û Bodrumê hat pîrozkirin. Endama Komîteya Amadekar a Newrozê Hûlya Bayar diyar kir ku Newroza Bodrûmê jî bi tevlîbûneke mezin derbas bû û got ku bi taybetî jinên beşdarî çalakiyên 8'ê Adarê bûne eleqeyeke mezin nîşanî Newrozê dan.
Hulusî Bayar, da zanîn ku banga Abdullah Ocalan û peyama 8'ê Adarê di nava jinan de hatin nîqaşkirin û vê rewşê hêviyeke aştiyê ava kir û got, "Me ev peyam di meşa ku bi pêkhateyan re di 8'ê Adarê de li dar xist û di çalakiyên din de jî bi awayekî zelal dît. Hevalên jin bi awayekî azad xwe îfade kirin. Gotin sala bê dê bersivê bidin. Jin dema ku bi hev re bin bi hêzrir dibin. Me bi hev re govend gerand; ev ji bo me qonaxek girîng bû."
'Peyama Abdullah Ocalan gîha kesên li qadn'
Hulya Bayar diyar kir ku çûna Newroza îsal a li Taxa Mumcularê ya ku jinên Kurd lê dijîn bandoreke erênî li beşdariyê kiriye û got, "Tevlîbûna bi vî rengî ya girseyê bi taybetî jî hevalên jin balkêş bûn. Ez dibêjim ku bangê bandorkir, ew derxistin qadan. Ya ku her kes li bendê ye aştî ye; Hêvîdar im ku em ê bibin şahidê pêvajoyeke bendewariyên me bi cih bîne."
'Banga Sedsalê heyecan çêkir'
Hevseroka DEM Partiyê ya E Mûglayê Bêrîvan Kardelen Yilmaz, anî ziman ku Newroza Datça xwedî girîngiyeke bêhempa ye û diyar kir ku Platforma Ked û Demokrasiyê ya Datça, Platforma Jinan a Datça û Şaxa Egîtîm Senê ya Datçayê jî beşdarî pîrozbahiyê bûne.
Bêrîvan Kardelen Yilmaz, got ku dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî xuh û biratiya gelan" hatin rojevê û got, "Bi taybetî jî bandora 27'ê Sibatê ya Banga Sedsalê gelekî eşkere bû. Bi banga Abdullah Ocalan re hêviya aştiyê di civakê de mezin bû. Newroz cejna me ya herî mezin e û dikare bibe sembola berxwedanê ya herî mezin. Îro li Egeyê ev yek nîşan dide ku berxwedan hatiye hembêzkirin."
'Di Newrozê de çalakiya nobedê hat nîşandan'
Bêrîvan Kardelen Yilmaz, diyar kir ku berxwedana li dijî girtinên dawî hat pêşxistin li qada Newrozê jî derketiye holê û got, "Banga aştî û civaka demokratîk a li dijî qeyûman hat destekkirin. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan pêwîstî bi aştiyê heye. Ev pêvajoyeke ku wê rê li ber siyaseta demokratîk veke û çareserkirina pirsgirêka kurd veke."
Newroza Aydinê: Jinan xwe azad hîs kir
Îsal Newroza Aydinê li Taxa Osman Yozgatlî hat lidarxistin. Hevseroka DEM Partiyê ya Aydinê Şukran Sari ku di nava komîteya Newrozê de cih digire, diyar kir ku şahî gelekî qelebalix û bi coş derbas bû û jinan bi taybet bi cilên xwe yên rengîn zer, sor û kesk qad tijî kirin. Şukran Sari, diyar kir ku li navçeya Germencikê bi hinceta çûn û hatinê pîrozbahiyeke cuda ya Newrozê hat lidarxistin û got ku li Aydinê zêdeyî 3 hezar û 500 welatî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûne."