
Ji TJA'yê Dîdem Nur Acabey: Bang tîrêja hêviyê ye
- 09:04 28 Adar 2025
- Rojane
Elfazi Toral
STENBOL - Endama TJA'yê Dîdem Nur Acabey, diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî zêde ji aliyê jinan ve hatiye pêşwazîkirin û ev got bang ji bo jinan "tîrêja hêviyê" ye. Di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê her kes ji bo banga sedsalê bi gotina "Banga jin, ciwan, civak û siberojê ye" bi berpirsyarî rabe.
Dengdana “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hê jî didome. Di 23’yê Cotmeha 2024’an de bi Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan re civînek hat lidarxistin. Piştî vê hevdîtinê yekser Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re 3 hevdîtin pêk anîn. Heyeta Îmraliyê di hevdîtina 27'ê Sibatê ya bi Abdullah Ocalan re peyama Abdullah Ocalan a hemwext bi raya giştî ya cîhanê re parve kir. Saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî, jin û welatiyan bangawaziyê dikin, ji aliyê dewletê ve hê gavên berbiçav nehatine avêtin. Welatiyên ji hemû pêkhateyan bi taybet jin tekez dikin ku divê dewlet di zûtirîn demê de ji bo vê bangê gavek berbiçav bavêje.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Dîdem Nur Acabey banga "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" nirxand.
'Herî zêde jin li bangê xwedî derketin'
Dîdem Nur Acabey bi bîr xist ku bangê bandorek mezin li ser tevahiya civakê kir û diyar kir ku bangewazî bi ronahiya hêviyek mezin hatiye pêşwazîkirin. Dîdem Nur Acabey got, "Tirkiyeyek heye ku ev demeke dirêj e di nava pêvajoyên tarî yên ku em jê re dibêjin rejîma mêtînger û tecrîdê re derbas dibe. Kampanyaya 'Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji bo azadiya Abdullah Ocalan' ku di payîza 2023'yan de dest pê kir, li tevahiya cîhanê hat civakîkirin û bersiveke mutleq a bi salan hat dayîn. Pêvajoya ku em jê re dibêjin tecrîda mutleq, pêvajoyeke wisa bû ku bi tu awayî nekarîn xwe bigihînin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nekarîn bi wî re biaxivin, bi malbat û parêzeran re jî pêvajoyeke ku bêhiqûqî kûrtir bûye. Û vê pergala tecrîda mutleq herî zêde bandor li jiyana jinan kiriye. Ji ber ku jin di rewşekê de ne ku nekarin cîhekî ji bo jiyanê peyda bikin, nekarin pêş bikevin û nekarin xwe îfade bikin. Ji ber vê yekê herî zêde jinan ev bang girtin."
'Herî zêde jinan xwe di bangê de dîtin'
Dîdem Nur Acabey, diyar kir ku divê her kes ji bo banga civakî berpirsyariya xwe bigire ser milê xwe û got, "Eger em karibin vê bangê bibersivînin, wê bibe banga sedsalê, aştiya sedsalê û çareseriya sedsalê." Dîdem Nur Acabey bi bîr xist ku dewletê heta niha gavek erênî neavêtiye, berevajî vê polîtîkaya tundiyê berdewam dike û wiha got: "Ev bangawazî ji bo erdnîgariyeke ku li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet û şerê psîkolojîk tê kûrkirin, xwedî wateyeke gelekî mezintir e. Jin dikarin li van xakan bi pêş bikevin û jiyana azad ji nû ve ava bikin, ku ciwan ji bo pêşerojê pêş bikevin. Dema ku ev qadên demokratîk neyên afirandin, ev tê wê wateyê ku her roj komkujiyên li ser jinan didomin û şîdeta mêr û dewletê kûrtir dibe. Jin cîhanek wiha naxwazin. Ji ber vê yekê 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' bangeke ku herî zêde jin xwe tê de dibîne."
'Dayik, jin û ciwan nikarin edaletê bibînin'
Dîdem Nur Acabey got, "Modernîteya kapîtalîst bi taybetî di 200 salên dawî de, bi taybetî jî di 100 salên dawî de li Komara Tirkiyeyê, li ser sîstemeke temam a koletiya hemû gelan, jin û ciwanan bi pêş dikeve. Li komarê jinan, civakê edalet nedîtin. Rastiyek heye ku bi her cure koletî û qirkirinê re rû bi rû maye. Ev têkoşîna azadiyê bi piranî têkoşîna hebûn û tinebûnê ya jinên Kurd bû. Jiyana bê azadî ne jiyan e. Û îro em li erdnîgariyeke ku jiyan ji şerê 50 salan dijwartir e dijîn. Em dibînin ku bi bangewazî ji hemû civakê re hat bersivandin. Ev bangewazî ye ku em vê jiyana wêranker, qirkirin û vê tarîtiyê qebûl nakin."
Têkoşîna ji bo edaletê!
Dîdem Nur Acabey da zanîn ku "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" dê ji bo hemû gelan jiyaneke nû pêk bîne û got, "Divê hemû jin û hemû gel xwe di vê bangê de bibînin." Dîdem Nur Acabey, destnîşan kir ku ev bang ne tenê ji gelê Kurd re, ji hemû gelên bindest re tê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tevgera azadiya Kurd û jinên Kurd xwedî têkoşîneke 50 sal in dewam dike. Lê belê ev têkoşîn ne tenê têkoşîneke ku xwe veşêre, têkoşîna demokrasiyê ye. Ev têkoşîna edaletê ye. Em li bendê ne ku bingehên mafên destûrî yên demokratîk bi avakirina hin komîsyon û qadên ku jin, ciwan, rêxistinên sivîl û hemû derdorên xwe berpirsyar dibînin, bên avakirin pêşeroja wan di avakirina civakeke demokratîk de ye.”