
ROJEVA 28'Ê ADARA 2025'AN
- 09:00 28 Adar 2025
- Rojev
* "Di pêşxistina şoreşê de jin û ciwan rola pêşeng dilîzin. Ji bo ku pergala rêveberiya xweser a bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê xurtir bikin, parastina nirxên welat û civakê, avakirina pergala rêveberiya xweser,têkoşîn meşandin." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
* Tespîta "Banga aştî û civaka demokratîk heman demê de ji bo jinan Ronesanse" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di peyama 8’ê Adarê, hîmên ku têkoşîna jinan çawa pêş ketiye û ji vir şûnde wê çawa pêş bikeve, ava dike. DOSYA
* Endama TJA'yê Dîdem Nur Acabey, diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî zêde ji aliyê jinan ve hatiye pêşwazîkirin û ev got bang ji bo jinan "tîrêja hêviyê" ye. Di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê her kes ji bo banga sedsalê bi gotina "Banga jin, ciwan, civak û siberojê ye" bi berpirsyarî rabe. DÎMEN HEYE
*Jinan pîrozbahiyên Newrozê yên li Îzmîr, Mûgla û Aydinê nirxand û diyar kir ku peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan deng vedan û ev peyam dan: "Ên ku dê aştiyê bînin jin in." DÎMEN HEYE
*Têkildarî meşa ku 1-4'ê Nîsanê li Amarayê bê lidarxistin, endama Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê Sûltan Yorulmaz banga tevlîbûna meşê li ciwanan kir û got, "Ciwan wê ber bi azadî û rojê ve bimeşin." BI DÎMEN
* Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo muwekîlên xwe Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din serlêdanek nû li CPT’yê kir. Di serlêdanê de daxwaz hat kirin ku bi lezgînî serdana Girtîgeha Îmraliyê bikin.