
Kiryarê Nesîbe Elgun hate girtin
- 14:32 27 Adar 2025
- Rojane
ŞIRNEX - Abdulkerîm Elgun ku li Cizîrê jina pê re hatibû zewicandin Nesîbe Elgun qetil kiribû, hate girtin.
Jina bi navê Nesîbe Elgun (25) di 24’ê Adarê de li gundê Xirabreşkê yê navçeya Cizîr a Şirnexê ji hêla Abdulkerîm Elgun ve hatibû qetilkirin. Faîl Elgun, piştî jina pê re hatibû zewicandin qetilkirî reviyabû. Kiryar şevê din li gundê Xirabêtuyanê yê Hezexê ji hêla cendirmeyan ve hate girtin.
Kiryar Elgun ku piştî îfadeya li qereqola navçeyê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin, ji sûcê “Kuştina biqesdî” hate girtin û şandin girtîgehê.