Meclisa Jinan a Sûriyeyê li Efrînê bi jinan re aştî niqaş kir

  • 11:56 27 Adar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN Di civîna yekem a Meclîsa Jinên Sûriyeyê ya li Efrînê de beşdaran li ser "Aştiya sivîl" nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.
 
Meclîsa Jinan a Sûriyeyê cara yekem e civîna xwe li bajarê Efrînê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wî de ye, li dar dixe. Ev civîn bi sernavê "Aşîtiya sivîl" û bi beşdariya 40 jinên ji bajarê Efrînê, çalakvanên sivîl, jinên serbixwe û nûnerên rêxistinên civaka sivîl pêk hat.  
 
Di civînê de bal kişandin ser girîngiya pêkanîna aştiya sivîl a di pêvajoya ku Sûriye piştî rûxandina rêjîma Baasê tê re derbas dibe de. Her wiha girîngiya bidestxistina hevkarî û têgihîştinê ya di navbera kesan de, hat nîqaşkirin. Di heman demê de jinan dadmendî û danîna prensîbên jiyana hevbeş ku stûnên bingehîn ên aştiyê temsîl dike û riya çareseriya pirsgirêk û nakokiyan nîşan dike, nîqaş kirin. 
 
Rêvebera Ofîsa Helebê ya Meclîsa Jinên Sûriyeyê Bêrîvan Horo girîngiya vê civîna dîrokî ya di vê pêvajoya hesas de anî ziman û wiha got: "Li darxistina vê civînê di nava van geşedan û pêvajoyên ku Sûriye tê re derbas dibe de, gavek girîng e. Ev civîn ji bo bihêzkirina jinan a di warê aborî, siyasî û civakî de ji bo bidestxistina Sûriyeke demokratîk e. Hewcedariya jinan bi danasîna Meclîsa Jinên Sûriyeyê û armancên wê ya parastina mafên jinan hebû. Aştiya sivîl jî  bi awayekî bi bandor beşdarî avakirina nasnameya neteweyî ya berfireh dibe."
 
Piştî axaftinan beşdaran bi awayek azad nêrîn û îfadeyên xwe yên derbarê pêkanîna aştiya sivîl û pêşxistina rolên jinan ên di civakê de, anîn ziman.