Heyeta DEM Partiyê li Başûr bi ronakbîran re dicive

  • 11:37 27 Adar 2025
  • Rojane
 
 
ENQERE -Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, heyeta DEM Partiyê li Başûrê Kurdistanê rêze hevdîtinan pêk tîne. Di çarçoveya van têkiliyan de wê îro bi rewşenbîr, nivîskar û akademîsyen re hevdîtin bên kirin.
 
Heyeta ku ji Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokên Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk û Ebru Gunay, Parlamentera Mêrdînê Salîha Aydenîz û endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdan pêk tê, piştî banga sedsalê serdana xwe ya li Başûrê Kurdistanê didomîne. Heyet bi Serokkomarê Iraqê Abdulletîf Reşîd û Waliyê Silêmaniyê û nûnerên KNK, Tevgera Goran, Tevgera Helwest û Eniya Gel re hevdîtin pêk anî.
 
Heyetê di bernameya fitarê ya duh êvarê de bi nûnerên baweriyên misilman, zerdeştî, êzdî, kakeyî û katolîk re jî hevdîtin pêk anî.
 
Di bernameya fitarê ya ku bi hemû baweriyên qedîm ên Rojhilata Navîn hat lidarxistin de peyamên yekîtî, hevgirtin û aştiyê derketin pêş. Bi bernameya fitarê ya ku hat organîzekirin, peyam hat dayîn ku di navbera baweriyan de tu pirsgirêk tune ne û li dijî dijminatî û nakokiya ku tê xwestin di navbera baweriyên li Rojhilata Navîn dijîn de bê afirandin, hemû bawerî dikarin wekhev û li ser esasê rêzgirtina ji bo hev bi hev re bijîn.
 
Di hemû hevdîtin û serdanan de banga Aştî û Civaka Demokratîk hate nîqaşkirin, li ser mijarên wekî yekîtiya neteweyî jî nêrîn hatin girtin.
 
Heyet îro jî bi ronakbîr, nivîskar û akademîsyenên herêmê re wê wê hevdîtinê bike ûbernameya xwe temam bike.