Li Şirnexê 11 herêm li gel hatin qedexekirin

  • 10:32 27 Adar 2025
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê careke din têketin û derketina 11 herêman ji bo 15 rojan qedexe kir. 
 
Walîtiya Şirnrexê têketina 11 herêman bi hinceta “herêma ewlekariya taybet” qedexe kir. Herêmên hatine qedexekirin girêdayî navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Silopiya, Basa, Qileban û Elkê ne. Qedexe dê heta 9’ê Nîsanê berdewam kir. Herêmên behsa xeberê salên dirêj e bi heman hincetê tên qedexekirin. 
 
Herêmên hatine qedexekirin ev in: “Çiyayên Besta, Gabar û Cûdî, Çiyayê Kurt, Kela Memê, Piran, Mêhrî, Textêreş, Kato Jîrka, Altindaglari û herêma Dolê."