
Rojnameger serbest hatin berdan
- 09:19 27 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Zeynep Kuray, Yasîn Akgul, Hayrî Tûnç, Gokhan Kam, Kurtuluş Ari, Alî Onur Tosun û Bulent Kiliç hatin berdan.
Rojnameger Zeynep Kuray, Yasîn Akgul, Hayrî Tûnç, Gokhan Kam, Kurtuluş Ari, Alî Onur Tosun û Bulent Kiliç ku li Stenbolê hatibûn binçavkirin ji aliyê Dadgeriya Cezayê Sulh ve hatin girtin. Rojnameger bi îdiaya ku li hemberî 'muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan' derketine hatibûn girtin.
Piştî îtîrazên parêzerên MLSA'yê Zeynep Kuray, Yasîn Akgul, Hayrî Tûnç, Gokhan Kam, Kurtuluş Ari, Alî Onur Tosun û Bulent Kiliç biryara tehliyeyê hat dayîn.