‘Em ê coşa Newrozê bibin her qadê’

  • 09:04 27 Adar 2025
  • Rojane
STENBOL - Di Newroza Stenbolê ku bi mîlyonan kes tevli bûn banga xwedîderketina banga sedsalê ya Abdullah Ocalan hat kirin. Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar diyar kir ku wê coşa Newrozê bibin her alî û got wê siyasta aştî û demokrasiyê mezin bikin.
 
Di 23’yê Adarê de bi dirûşmeya ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ û ‘ Ji bo azadiyê civaka demorkatîk’ li Stenbolê li Qada Yenîkapi pîrozbahiya Newrozê ku nêzî mîlyonek kes tevli bûn pêk hat. Gel xwedî li banga sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket û agirê Newrozê bilind kirin. 
 
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê Arîfe Çinar der barê tabloya di Newrozê de derketiye holê axivî.
 
‘Newroza li gorî rihê dema nû’
 
Arîfe Çinar bi lêv kir ku ji bo Newroza 2025’an xebatek xurt meşandine û li gelek navçeyên Stenbolê agirê Newrozê bilind bikine. Arîfe Çinar wiha got: “Bi banga sedsalên ya Birêz Ocalan tevlibûna Newrozê pir mezin bû. Me ev dipa. Ji ber bangê hêviyek mezin da gel. Nêzî mîlyonek kes tevli bûn. Newroza Stenbolê li gorî rihê dema nû bû.  Di axaftinan de peyam hatin dayîn. Ji bo şert û mercên jiyanek wekhev û azad, hat gotin ku divê di asta destura bingehîn de wekhevî pêk bê. Bi banga 27’ê Sibatê re tevgera azadiya Kurd gavek avêt. Lê dewlet gav neavêtiye. Lİ Rojava 7 kes bi balafirên Tirkiyeyê hatin qetilkirin. Divê dewlet demildest gavê bavêje.”
 
Li dora agirê Newrozê bûn yek
 
Arîfe Çinar di berdewamiyê ev nirxandin kir: “Her tim dewlet bariyeran datîne lê gelê Kurd hildiweşîne û Newreozê pîroz dike. Newroz dengê hepvar yê bilind dibe ye. Ji ber li dijî vê bi fikarin her tim Newrozan hedef digirin. Tevî her tiştî bi salane agirê Newreozê tê gurkirin û gihiştiye mîlyonan.Banga Birêz Ocalan bû hêvî. Em ji bo aştiyeke bi rumet jiyaneke bi rumet li dora agirê Newrozê dibin yek.”
 
Arîfe Çinar wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zemînên têkoşîna hevpar hedef tê girtin. Peyama Ozgur Ozel  ya şand Newrozê jî bi nirx bû. Ji bo têkoşîna yekbûyî û demokrasiyê peywir dikeve ser milê me hemûyan. Bi yekitiya gelan guherîn wê pêkan be. Em di pêvajoyek girîng de derbas dibin. Heta aştiyeke bi rumet neyê şînkirin derbasbûna demorkasiyê jî ne pêkane.”