
Jin dikarin civaka demokratîk û aştiyê pêk bînin
- 09:03 27 Adar 2025
- Rojane
Melîke Aydin
MUGLA - Ji Platforma Jinan a Datçayê Nurşen Sonmez diyar kir ku di avakirina civaka demokratîk de, wekheviya jin û mêr û nûneriya gelan di mafên çand û zimanê dayikê de girîng e û got jin dikarin aştiyê pêk bînin.
Platforma Jinan a Datça bi pankarta xwe beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Datça û Bodrumê bi dirûşmeyên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" hat lidarxistin bû. Endamên platformê li qadê bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî wekheviya gelan" meşiyan û daxwazên xwe yên veguherîna civakî anîn ziman.
Li ser navê Platforma Jinan a Datça Nurşen Sonmez axivî û nêrînên xwe yên li ser avakirina civaka demokratîk anîn ziman.
‘Şer herî zêde li jin û zarokan dixe’
Nurşen Sonmez daxuyakirin ku wan dirûşmeya ‘bijî wekheviya gelan’ kirine al û ji ber şer herî zêde bandor li jinan dike dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî aştî’ bilind kirine. Nurşen Sonmez wiha anî ziman: “Me wek jin wek platform dijberbûna xwe ya şer anî ziman. Pêkanînên dijdemokratîk yên pêk tên ne mijara kes an jî partiyê ye. Em li dijî hemû dijhiqûqiyan e. Em dixwazin civakê ji vê tundiyê xilas bibin. Em ji bo vê têdikoşin. Polîtîkayên şer herî zêde bandorê li jin û zarokan dike. Em ji ber vê ji bo aştiyê têdikoşin.”
‘Ji bo civaka demokratîk wekheviya jin û mêr şert e’
Nurşen Sonmez destnîşan kir ji bo aştî pêk bê divê hêzên demokratîk bi hev re têbikoşin û wiha domand: “Bêyî newekhevî bê kirin divê her kes ligel hev cih bigire. Divê wekheviya mêr û jin pêk bê. Ji bo civaka demokratîk divê wekhviya jin û mêr pêk bên. Divê gel li her derê bikaribin mafên xwe biparêzin. Divê di serî de mafên ziman û çandî bên dayîn. Daxwazên Kurdan hene. Di serî de mafê perwerda biz iman. Ev girînge. Divê li welat he kes bi zimanê xwe bi çanda xwe bijî. Divê jin xwedî li aştiyê derkevin. Di pêkanîna aştiyê de jin aktorên girîngin. Ancax jin bikaribin aştiyê pêk bînin.”