
ROJEVA 27'Ê ADARA 2025'AN
- 09:00 27 Adar 2025
- Rojev
*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama ku 8’ê Adarê de ji bo jinan şand de balkişand ser kevneşopiya ‘Satî’. Ev kevneşopî di alî fêmkirina tundiya jinê û her wiha îro çawa tê jiyîn de perspektîfên girîng pêşkêş dike. DOSYA
*Hevşaredara Muşê Tuba Sayilgan projeyên der barê jin û zarokan de vegot û wiha anî ziman: “Em di alî xizmetê de ji gel fikr û nêrînê digirin. Em gel guhdar dikin û projeyên xwe pêk tînin.” DÎMEN HEYE
*Ji Platforma Jinan a Datçayê Nurşen Sonmez diyar kir ku di avakirina civaka demokratîk de, wekheviya jin û mêr û nûneriya gelan di mafên çand û zimanê dayikê de girîng e û got jin dikarin aştiyê pêk bînin. DÎMEN HEYE
*Di Newroza Stenbolê ku bi mîlyonan kes tevli bûn banga xwedîderketina banga sedsalê ya Abdullah Ocalan hat kirin. Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar diyar kir ku wê coşa Newrozê bibin her alî û got wê siyasta aştî û demokrasiyê mezin bikin. BI DÎMEN