
Ji Cenevreyê bang kirin: Ji bo banga Abdullah Ocalan berpirsyarî bigrin
- 20:33 26 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên Cenevreyê bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berspirsyarî bigrin.
Çalakiya rûniştinê ya ku ji aliyê Meclîsa Gel a Kurd a Cenevreyê ve her roja Çarşemê li Qada Natîonsê ya ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî lê ye tê lidarxistin, ket meha 51’an.
Çalakvanên ku çalakiya rûniştinê ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin, vê hefteyê ji bo bîranîna Şehîdên Hefteya Lehengiyê deqîqeyek rêz girtin.
Piştre Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Osman Tekîn axivî.
Osman Tekîn got ku bi çalakiya 21’ê Adar 1982’an ku yek ji pêşengên PKK’ê Mazlûm Dogan li zindana Amedê pêk anî re, gelê Kurd dest bi serdemekî nû kir, bi têkoşîna fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) ya li Gabarê re felsefeya berxwedanê hatiye destpêkirin û anî ser ziman ku îro jî destana berxwedanê li çiyayan dewam dike.
Osman Tekîn anî ziman ku gelê Kurd gavek din jî nêzî azadiyê bûne û wiha got: “Divê dewletên navneteweyî têkiliyên berjewendiyê deynin aliyekî û Banga Aşitî û Demokrasiyê ya Rêber Apo ku wê ji gelên Rojhilata Navîn re bibe bersiv, jiyanî bikin. Yekane şertê pêkanîna bangê pêkanîna azadiya Rêber Apo ye.”
Osman Tekîn bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo banga dîrokî ya Rêber Apo berspirsyarî bigrin.
Piştre li ser navê Komîteya Çalakiyê ya Cenevreyê Veysel Kuşkanadi metna çapemeniyê ya bi Kurdî xwend.
Veysel Kuşkanadi diyar kir ku dewleta Tirk wekî encama hevkariya xwe ya sed salî ya bi dewletên Ewropayê re di 50 salên dawî de li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê şer dike û got: “Banga Rêber Apo derfet da ku gavên dîrokî bên avêtin û erkên girîng bigrin ser xwe.”
Çalakî bi dirûşmeyên "Bi can bi xwîn em bi tere ne ey Serok", "Jin Jiyan Azadî", "Riya şehîd riya me ye, PKK partiya me ye” heta saet 17:00’an dewam kir.