
337 kesî ji bo ‘Tifaqa Demokasiyê' bang kir
- 11:34 26 Adar 2025
- Rojane
STENBOL - Bi sedan nivîskar, akademîsyen, siyasetmedar û dilxwazên civaka sivîl têkildarî lêpirsînên li hemberî ÎBB'ê daxuyaniyeke hevpar dan û ji bo tifaqa demokrasiyê bang kirin.
Daxuyanî bi navê 337 nivîskar, akademîsyen, siyasetmedar û dilxwazên civaka sivîl hate dayin.
Di vê daxuyaniya hevpar de ku piştî lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) û girtina şaredaran hate dayin, ji bo têkoşîna li dijî vê rêveçûnê bang hate kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em weke welatiyên ku ji vê rêveçûnê bi fikar in; ku herî dawî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê û hevalên wî yên kar hatin girtin; em di wê baweriyê de ne ku divê kiryarên desthilatdariyê yên li dijî aştî, demokrasî, azadî û mafê destûra bingehîn bêne rawestandin. Em dibînin ku ev mejî ji bo bêdengkirina muxalefetê, tepisandina gel, bêdengkirina civakê dadgeriyê bi kar tîne, maf, hiqûq, edaletê nas nake û îradeya siyasî ya welatiyan tine dihesibîne, dest datîne ser mafên me yên destûra bingehîn û bi vî rengî welêt ber bi têkçûnê ve dibe.
Em radigihînin ku em bi hemû hêzên demokrasiyê re ne yên ku li hemberî vê rêveçûnê têdikoşin û bi wan re dibêjin 'Êdî bes e, bes e!; bang il hemû beşên civakê yên alîgirê aştî, demokrasî, hiqûq, edaletê dikin ku di tifaqa demokrasiyê de bibin yek."