ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN

  • 09:00 26 Adar 2025
  • Rojev
 
*Berdevka Kongra Star a Qamişloyê Ibtîsam Elhuseynî ya bal kişand ser girîngî û taybetmendiya 1’emîn Konferansa Jinên Kurd a Rojava wiha got:”Bi pêkhateyên cuda re nîqaşkirina mijarên bi vî rengî û ji bo naskirina nasname û îradeya jinan hatina gel hev û rêxistinbûyin gelekî girîng e. Divê em her tim bi vî rengî ji bo Sûriyeyek ne navendî bên gel hevdu. Divê jin di her qadê de rol û misyona xwe bi cih bînin.” DÎMEN HEYE 
 
*Aktîvîsta TJA’yê Muşerref Dag der barê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 8’ê Adarê de hat xwendin de nirxandin kir û got: “Hêza me ya em bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ xîtabê cîhanê bikin heye. Em jin di avakirina civaka aştî û demokratîk de xwedî rolek girîngin. Em amade ne berpirsyariya xwe bînin cih.” DÎMEN HEYE
 
*Destana Afirandinê ya Babîl ku di peyama Rêberê Gêlê kurd Abdullah Ocalan a 8’ê Adarê de hat xwendin, xeleka ewil a şikestina rola pêşeng a jinan a di civakê de ava dike. DOSYA 
 
*Jinên ku tevlî Newroza Amedê ya 2025'an ku di dîrokê de şopek girîng hişt, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kirin ku aştî bi yek aliyê çênabe û bang li desthilatdariyê kirin ku gavên şênber bavêjin. DÎMEN HEYE
 
*Welatiyên ku li dijî kana keviran a li gundê Husikan tê çêkirin nobedê digirin, diyar kirin ku ew zeviyên xwe nedin şîrketETAN û gotin,"Em li vir sewlkariyê dikin, ger me hemûyan bikûjin jî em vêderê nadin wan." DÎMEN HEYE