Li Çukurovayê coşa Newrozê
- 15:19 22 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di pîrozbahiya Newrozê ya li Çukurovayê hat lidarxistin de xwedî li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketin.
Li Hatay-Dortyol, Edene-Ceyhan û Osmaniyeyê bi beşdariya bi hezaran kesî pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin.
Hatay
Bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" danê sibehê li saheya topê ya Navçeya Altiocak a navçeya Dortyol a Hatayê coşa Newrozê dest pê kir. Pîrozbahiyên li quntara çiyayên Amanosê ku gelek kes bi kiras-fîstan û şal-şepik tevlî bûn, jin û ciwan bi awayekî girseyî beşdar bûn. Kesên ku beşdarî pîrozbahiyê bûn, li nuqteya lêgerînê ya yekane ya ji aliyê polîsan ve hatibû avakirin, bi berfirehî li ser wan lêgerîn hat kirin. Di pîrozbahiyê de bi sedan welatiyên ji 7 salî heta 70 salî, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajêr jî amade bûn. Piştî kêliya rêzgirtinê coşa Newrozê hîn zêdetir bû. Girseyê di kêliya rêzgirtinê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. Girseyê bi awazên hunermendên herêmî bi deqeyan govend gerand.
Rêya aştiyê ji Îmraliyê derbas dibe
Parlamenterê Agirî yê DEM Partiyê Heval Bozdag di axaftineke kurt de diyar kir ku gelê Kurd ji bo pîrozbahiyên Newrozê berdêlên giran dane. Heval Bozdag işaret bi "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku rêya aştiyê ji Îmraliyê derbas dibe û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan xwest.
Pîrozbahî bi stranan bi dawî bû.
Edene-Ceyhan
Li qada Newrozê ya Taxa Belediyeevlerî ya navçeya Ceyhanê ya Edeneyê Newroz bi dirûşmên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" hat pîrozkirin. Welatiyên hatin qada ku astengiyên polîsan lê hebûn, ji du noqteyên lêgerînê derbas bûn û tevlî pîrozbahiyê bûn. Li qada ku bi alên DEM Partiyê hatibû xemilandin, gel bi deqeyan govend gerand û bi stranên li ser dikê hatin gotin. Jin û mêr li qadan bi cil û bergên rengîn ên neteweyî bi nîşana serkeftinê û dirûşmên "Newroz pîroz be" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.
Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.
Osmaniye
Li Taxa Yunus Emre ya navçeya navendî ya Osmaniyeyê jî pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Civaka Demokratîk Newroz Azadiyê” hate pîrozkirin. Parlamenterê DEM Partiyê Bedlîsê Huseyîn Olan, Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek welatî amade bûn. Jin û ciwanên ku hatin qada ku her alî bi alên partiyê yên zer-sor-kesk hatibû xemilandin, di saetên serê sibehê de bi cil û bergên xwe yên neteweyî qad tijî kirin. Kesên beşdarî Newroza ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dirûşmên "Jin jiyan azadî" berz kirin. Pîrozbahî bi silavkirina gel ji aliyê Komîteya Amadekar a Newrozê û Hevserokên DEM Partiyê yên bajarê Osmaniyeyê destpê kir.
Divê bang bê bersiv nemîne
Di pîrozbahiyê de Hevseroka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol axivî û diyar kir ku gelê Kurd ji bo pîrozbahiya Newrozê berdêlên giran dan û got, "Em rojên dîrokî dijîn. Bila ev bibe destpêka sedsala duyemîn a ku em ê bi aştî, azadî û wekheviyê re bibin yek." Sevda Çelîk Ozbîngol işaret bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Destê ku li Meclîsê dirêj bû, veguherî banga sedsalê ya li Îmraliyê. Em bi berpirsyariya vê bangawaziyê dizanin. Dem dema guhertin, azadî û demokrasiyê ye. Divê banga Birêz Ocalan bê bersiv nemîne. Ev serdema avakirina aştiyê ye."
Bang li dewletê kirin
Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan axivî û diyar kir ku li 4 parçeyên Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Huseyîn Olan, anî ziman ku ew di dîrokê de bi tifaqa Kurd-Tirk heta îro hatine û got, "PKK ji destpêka salên 1980'î ve têkoşînê dide. Di tevahiya vê pêvajoyê de gelê Kurd rastî neheqiyeke mezin hat.Bang ji gelên Tirkiyeyê re dibêje ku ji bo civakek demokratîk berpirsiyariya we heye. Her wiha ji dewletê re dibêje ku zemîna têkoşîna siyasî deyne. Bingeha vê têkoşîna siyasî demokratîkbûn û terikandina înkara Kurdan e. Êdî dem hatiye ku bi nasname, ziman û çanda vî gelî re aştî pêk were.”
Piştî axaftinan beşdaran agirê Newrozê pêxistin. Piştî pêxistina agirê Newrozê şahî bi govendê Û bi stranên Kurdî bi dawî bû.