Li Mêrsînê Newroza Azadiyê
- 11:45 22 Adar 2025
- Rojane
MÊRSÎN - Li Akdenîzê Newroz bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" bi coşek mezin hat pîrozkirin. 
Li Mêrsînê Newroz bi dirûşmeyên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo azadiyê civaka demokratîk" li Qada Mîtîngê ya Tirmilê ya Akdenîzê hat pîrozkirin. Coşa Newrozê danê sibehê zû dest pê kir. Welatî danê sibehê zû ji bo beşdarî prîozbahiyê bibin, herikîn qadê. Girse bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" herikî qadê.
Welatî, di 2 nuqteyên cuda re derbasî qadê bûn. Welatî, bi nîşaneya serkeftinê, çepik û tilîliyan û bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" ketin qadê. Welatiyên ketin qadê, govend gerandin. Ciwan jî li ber def û zrneyê govend gerandin û Newrozê pîroz kirin. Gelek kes bi kincên kurdî tevlî pîrozbahiyê bûn.
Pîrozbahî dê bi rêzgirtinê û vêxistina agirê Newrozê dest pê kir.
Li ser navê Komîsyona Amadekar a Newrozê Hasan Cîde derket ser dikû Newroza gel pîroz kir.
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kûş jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Newrozê.
Dayikên Aştiyê bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan agirê Newrozê pêxistin.
Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya KESK'ê Erdal Karakuş, Newroz li gel pîroz kir û banga mezinkirina têkoşînê ji bo aştiyê li vî welatî kir.
Her wiha parlamenterên DEM Partiyê Perîhan Koca û Alî Bozan derketin ser dirê gel silav kirin û Newroz pîroz kirin.
Endama Desteya Berdevkên Partiya Azadiya Civakî (TOP) Pelîn Kahilogullari Newroz li gel pîroz kir û destnîşan kir ku bêyî gelê Kurd li Rojhilata Navîn pêşeroj nayê avakirin.
Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Çelîkbîlek Newroza gelan pîroz kir û bal kişand ser girîngiya Newrozê ji bo gelê Kurd. Ayşe Çelîkbîlek, diyar kir ku ew li pişt "Banga Sedsalê" ya Abdullah Ocalan in, bi taybetî bang li jin û ciwanan kir ku piştgiriyê bidin vê bangê û ji bo aştî were vî welatî têkoşînê mezin bikin.
Parlamenter Alî Bozan peyama Newrozê ya girtiyan xwend.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan wiha xitabî gel kir: "Erê, Newroz cejna biharê ye, erê cejn e, lê ne tenê cejna ku em biharê pêşwazî dikin e. Newroz di heman demê de roja vejînê ye. Newroz roja têkoşînê ye. Newroz ji bo me roja nûkirina hêviyê ye. Newroz roja ku bêedaletî û têkoşîna me ya hevpar xurtir dike. Avakirina aştiyê ne hêsan e, lê ew ê bi hev re hem aştiyê û hem jî civaka demokratîk ava bikin."
Dayikên Aştiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û aştî pêk were kevok berdan. Piştî ku hunermend Hîvron û Nurcan Degîrmencî derketin ser dikê Newroz bi gerandina govendê û bi coşek mezin hat pîrozkirin.