Ji Newroza Amedê peyama 'Em bi Rêbertiya xwe bawer in'

  • 09:50 22 Adar 2025
  • Rojane
Gulistan Gulmuş-Derya Ren 
 
AMED - Qada Newrozê ya dîrokî ya Amedê duh careke din mazûvaniyê kir. Jinên ku qada Newrozê tijî kirin azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaz kirin û gotin: "Dewlet ne samîmî ye." 
 
Parka Newrozê ya li navçeya Rezan a Amedê ye, duh ji saetên serê sibehê ve bû şahidê dîmenên rengîn. Newroza ku di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" hat pîrozkirin, qad veguherî  qada azadiyê.
 
 
Beşdarên pîrozbahiya Newrozê bi taybetî jin û zarok, tevahiya rojê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin û diyar kirin ku yekane daxwaza wan azadiya fîzîkî ye. Li aliyê din beşdaran diyar kirin ku ew bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hembêz kirine û bal kişandin nesamîmiyeta dewletê. 
 
Derbarê mijarê de welatî ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn.