ROJEVA 22'YÊ ADARA 2025'AN

  • 09:00 22 Adar 2025
  • Rojev
 
*Rêvebera Navenda Giştî ya OHD’ê Ayşe Şehrîban Demîrel der barê mafê hêviyê de axivî û balkişand ser girîngiya banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye û wiha got: “Divê Tirkiye şertên heyî û banga Abdullah Ocalan li ber çavan bigire, ligel vê çarçoveya mafê hêviyê û sererastkirinên din ên hiqûqî û demokratîk bên kirin.” DÎMEN HEYE 
 
*Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag der barê banga ‘dîrokî’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî û got: “Ji bo agirbest û danîna çekan mayînde be divê desthilatdarî dawî li tundiya siyasî bîne. Tirkiye carek din ne xwedî wê şansê ye ku çareseriya pirsgirêka Kurd têk bibe. Di vê pêvajoyê de ya divê hewl bide desthilatdarî ye. Divê gelên me ji bo aştî û azadiyê hewl bidin.”