Newroza Amedê ya dîrokî bi dawî bû
- 16:23 21 Adar 2025
- Rojane
AMED - Newroza Amedê ya dîrokî bi coşeke mezin bi dawî bû.
Pîrozbahiya Newrozê ya li Parka Newrozê ya navçeya Rezan a Amedê bi dirûşmeyên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" hat lidarxistin bi dawî bû. Di pîrozbahiya bi coş de ku zêdeyî milyonek kes hatin cem hev, girseya gel dirûşmeya “Bijî Serok Apo” tevahiya rojê berz kir.
Şahî bi stranên hunermend Rewşan Çelîker û govendê bi dawî bû.