DEM Partiyê ji bo mîtinga Îzmîrê bang kir

  • 16:13 21 Adar 2025
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Rêxistina bajarê Îzmîrê ya DEM Partiyê ji bo mîtînga Newrozê ya sibehê wê li Qada Gundogdu bê lidarxistin bang kir û li Bazara Kemeraltiyê jî belavok belav kirin.
 
Rêxistina bajarê Îzmîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo mîtînga Newrozê ya ku wê sibehê li Qada Gundogdu bê lidarxistin, li ber deriyê Kemaraltiyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya çapemeniyê de Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin axivî. Piştî daxuyaniyê endamên partiyê li bazarê belavok belav kirin.
 
Îbrahîm Akin hemû gel vexwend Newroza ku wê sibe bê lidarxistin.
 
Piştre belavok hat belavkirin.