
Enqere ji bo Newrozê amade ye
- 15:52 21 Adar 2025
- Rojane
ENQERE - Amadekariyên pîrozbahiya Newrozê ya ku wê di 23'ê Adarê de li Enqereyê bê lidarxistin, bi dawî bûn.
Amadekariyên pîrozbahiya Newrozê ya ku wê 23'ê Adarê roja Yekşemê saet di 13.00'ê de li Parka Anit a navçeya Çankaya ya Enqereyê bê lidarxistin, bi dawî bûn. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Rûştû Tiryakî wê weke axaftvan beşdarî pîrozbahiyê bibe.
Di şahiyê de hunermend Edîp Gozeger û Şerzat wê derkevin ser dikê.