DEM Partî: Ji bo serlêdana Şandeya Îmraliyê tu bersiv nehat dayîn

  • 15:15 21 Adar 2025
  • Rojane
 
AMED - DEM Partiyê ragihand ku Wezareta Dadê bersiv nedaye serlêdana Şandeya Îmraliyê ya ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ragihand ku ji bo serlêdana Şandeya Îmraliyê ya ji bo beriya Newrozê biçe Îmraliyê bersiv nehatiye dayîn. Di danezana ku ji aliyê DEM Partiyê ve hatiye dayîn de; Hate gotin ku "Ji ber ku beriya Newrozê bersiva serlêdana heyetê nehat dayîn, ji bo Newroza îsal jî ti peyam ji Birêz Ocalan nehat."
 
Ji ber vê rewşê DEM Partiyê li Newroza Amedê qeyda deng a nirxandinên Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên salên borî bi temaşevanan da guhdarkirin.