Li Miştenûr û Hesekê agirê Newrozê

  • 15:10 21 Adar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li 11 navendên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Newroza 2025’an bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya civaka demokratîk e” hemû pêhateyên Hesekê, Kampa Serêknaiyê, Waşokanî, Hol û Şedadê berê xwe dan qada pîrozbahiya Newrozê û agirê Newroza 2025’an li bendava Rojava ya bajarê Hesekê, vêxistin.
 
Bi hezaran ji şêniyên kantona Firatê Newroza 2025’an li girê Miştenûr yê Kobanê bi coş û biryareke mezin pîroz dikin. 
 
Di bin diruşmeya ‘Bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya civakeke demokratîk’ bi hezaran ji şêniyên kantona Firatê yên ji bajarê Kobanê, Sirîn û Eyn Îsa yê, Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, sazî û rêxistinên sivî, her wiha nûner li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyê cejina Newrozê bi şahiyeke bi heybet pîroz dikin.
 
Gel, jin, ciwan û zarokan bi cil, berg û xemla xwe ji seatên sibehê ve ber bi girê Miştenûr ve herikîn ku bi coşeke mezin li qada pîrozbahiyê a bi poster û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye xemiland, kombûn.
 
Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre agirê Newrozê li gel silogan û tilîliyan hat pêxistin. Paşê peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin guhdarkirin.
 
Di şahiyê de gelek axaftin û peyam hatin dayîn.
 
‘Emê li gel Rêber Apo jiyaneke azad, wekhev û aştiyane misoger bikin’
 
Cîgira Encûmena Cîbicîkar a kantona Firatê Mizgîn Xelîl: “Newroza ku nûnertiya azadî, aştî û dîmokratiyê dike ji Kawayê Hesinkar û heta niha têkoşîn li dijî zordarî, koletî û tarîtiyê tê meşandin. Îsal jî em dibînin ku kawayên hemdem li dijî heman hişmendiyê berxwedana ji bo azadî û aştiyê dikin. Em Newroza îsal bi banga dîrokî a Rêber Apo pêşwaz dikin ku bi vê wesîleyê soza dewamkirina berxwedana ji bo   azadiyê fîzîkî a Rêber Apo didin ku emê li gel wî jiyaneke azad, demokratîk û wekhev misoger bikin. Weke Rêveberiya Xweser jî emê erkên xwe yên demê bicih bînin û bi rihê agirê Newozê hemû pêkhateyan hemêz bikin.”
 
‘Emê pêşengiyê bikin ku agirê Newroza 2026’an bi destên Rêber Apo were pêxistin’
 
Endama kordînesyona Kongreya Star Macîde Hesûn wiha got: “Îsal hêviya me hemû jinan û gelên azadîxwaz ew bû ku agirê Newrozê bi destên Rêber Apo were pêxistin, tevî ku ev yek pêk nehat lê bi peyama wî re Newroz û berxwedana me derbasî qonaxeke nû bû. Lewra ji bo ku agirê Newroza 2026’an ji aliyê Rêber Apo ve were geşkirin, emê weke jin pêşengiya têkoşîna azadiya fîzîkî a Rêber Apo bikin. Dijmin xwest ku Newroza îsal lewaz bike, lewra komkujiyeke hov li Kobanê pêkanî. Lê pêxstina agir li girê Miştenûr bersiva herî mezin a li dijî dagikerî û zordariyê ye.”
 
Gel bê navber silogan berzkirin û xelekên govendê digerînin.
 
Herî dawî koma Botan, hunermed Sûmeya Mihemed, koma dayîkan a govendê, hunermend Hisên Xanî, koma şehîd Yekta a şano, hunermed Daniş Botan, koma şehîd Sînan a govendê, hunermend Şêrîn Elî, hunermend Qemer, koma Gîvara û koma şehîd Xabûr dê stran, govend û hûnera xwe pêşkêş bikin.
 
Şahiya Newrozê bi berzkirina diruşmên ‘Bê serok jiyan nabe’ û ‘Berxwedan jiyan e’ bi dawî bû.
 
Li Hesekê coşa Newrozê
 
Li 11 navendên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroza 2025’an bi dirûşma “Azadiya fizîkî ya Rêber Apo misogeriya civaka demokratîk e” bi coşek mezin tê pîrozkirin.
 
Li 11 navendên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Newroza 2025’an bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya civaka demokratîk e” hemû pêhateyên Hesekê, Kampa Serêknaiyê, Waşokanî, Hol û Şedadê berê xwe dan qada pîrozbahiya Newrozê û agirê Newroza 2025’an li bendava Rojava ya bajarê Hesekê, vêxistin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê, meşaleya Newrozê ji aliyê dayikên aştiyê ve hat pêxistin û bernameya çalakiyê dest pê kir. 
 
‘Banga dîrokî Newroza me nû kir’
 
Di berdewama bernameyê de peyam ji aliyê endama desteya rêveber a PYD’ê Foza Yûsif ve hat xwendin û tekez kir ku wê Newroza 2025’an gelek armancên gelê azadîxwaz pêk bîne û wiha got: “Banga Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji bo tevahî jinan, ruhê Newrozê nû kir û em jin xwedî li vê banga dîrokî derdikevin. Gelê Rojava li hemberî sîstema rejîma Baasê 54 salan li ber xwe da û bi îradeya gelan ew sîstem hat hilweşandin. Lê niha rêveberiya demkî ya Şamê siyaseta paşverûtiyê dide meşandin û careke din dixwazin îradeya gelan têk bibin. Peyama me ev e: Destûra ku îradeya me qebûl nake em tu carî qebûl nakin û me temsîl nake. Banga me ji rêveberiya demkî ya Şamê re ew e ku dûrî siyaseta perçekirin û paşverûtiyê be.”
 
‘Di sala 2025’an de wê armancên me pêk werin’
 
Foza Yusif wiha axaftina xwe domand: “Di sala 2025’an de gelek armancên me hene yek jê tekez em ê îsal bikin sala azadiya fîzîkî a Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan her wiha mafê me heye ku em li Şamê di rêveberiya Sûriyeyê de cih bigrin û rêveberiya Sûriyeya demokratîk bikin. A sêyemîn jî em ê hemû koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî vegerînin ser axa wan. Em soz didin ji bo pêkanîna van armancan em ê kar û xebatan bidin meşandin.”
 
Piştî axaftinan hemû pêkhateyan bi cil û bergên xwe yên folklorî li dora agirê Newrozê govend gerandin û şahiyê bi stran û xwendina helbestan berdewam kir.
 
Bernameya folklorî ji aliyê Koma Cûdî, Koma Tolhildan, hunermend Etela Mihemed, Koma Şehîd Hogir a Dengbêjiyê, Koma Şehîd Omar a Govendê, Koma Zelal, Koma Gerestêrk, hunermend Nebîha Efrîn, Koma Til Birak a Govendê û hunermend Alan Oskan ve hat pêşkêşkirin.