Kemal Kurkut ê ku hat qetilkirin li Amed û Meletî hat bîranîn
- 14:40 21 Adar 2025
- Rojane
AMED/MELETÎ - Kemal Kurkut ê di Newroza 2017’an de hat qetilkirin li Amed û Meletiyê ji aliyê malbat, siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl ve hat bibîranîn.
Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê di pîrozbahiya Newroza 2017'an a Amedê de li ketina qadê di nuqteya kontrolê de hat qetilkirin, li cihê ku lê hatibû gulebarankirin hat bîranîn. Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatîmoglûllarî û Tuncer Bakirhan û şandeyên ji Ewropa û Başûrê Kurdistanê beşdarî bîranînê bûn.
'Em Newroza 2025'an diyarî Kemal Kurkut dikin'
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keksîn Bayindir di bîranînê de axivî û diyar kir ku ev Newroz Newroza aştî û azadiyê ye û got, "Îro di sala 2017'an de di roja Newrozê de li kêleka gel ciwanekî Kurd hat qetilkirin. Em dibêjin ku divê di sala 2025'an de ti carî ciwanên Kurd neyên qetilkirin. Çawa ku em Newroza aştiyê pîroz dikin, li her derê jî Newroza aştiyê pîroz bikin. Îro em ê Newroza Amedê bi milyonan pîroz bikin. Îro gelê me yê ji 4 parçeyên Kurdistanê li vir e, em Kemal Kurkut bi rêzdarî bi bîr tînin. Çareseriya demokratîk û aştiyê pêşkêşî wan dikin. Newroz li gelê me û Kemal Kurkut pîroz be."
Piştre li cihê ku Kemal Kurkut lê hat qetilkirin qerenfîl hatin danîn.
Li ser gora xwe ya li Meletî hat bîranîn
Kemal Kûrkût ê di Newroza 2017'an de li Amedê bi guleya polîsan hatibû qetilkirin, di 8’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hat bîranîn. Di bîranîna li Goristana Toptaş a li taxa Meletiya Kevn (Battalgazî) hat lidarxistin de malbat, endamên Komeleya Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên ku xizmên xwe di Bexçeya Şaristaniyan (MEBYA DER), aktîvîstên Tevgera Jîn Azad (TJA), rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Meletî û gelek kes amade bûn.
Dayika Kemal Kûrkût Secan Kûrkût dema gor gihaşt ber gorê lorand û li ser telefona xwe stranên Newrozê vekir. Di bîranîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de Hevserokê DEM Partiyê yê Meletiyê Mûsa Gurz axivî û diyar kir ku Kemal Kûrkût di temenê xwe yê biçûk de hatiye qetilkirin û wiha got: "Kemalê hêja, baş razê. Em ê teqez li vî welatî aştî û azadiyê biçînin. Ez sersaxiyê ji malbata wî û hemû gelê me re dixwazim. Şehîdên me rûmeta me ne."
Bîranîn li gorîstanê bi danîna qurnefîlan bi dawî bû.