
Li Kadîfekale agirê Newrozê hat pêxistin
- 14:31 21 Adar 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Li Kadîfekale ku Rahşan Demîrel lê bedena xwe da ber agir, agirê Newrozê hat pêxistin.
Ciwanan li Kadifekale agirê Newrozê pêxistin û Rahşan Demîrel a ku di Newroza 1990’an de li Îzmîrê polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên Tirkiyeyê şermezar kir û bedena xwe da ber agir, hat bibîranîn.
Ciwanan agir pêxistin û dirûşmeyên "Bijî Newroz" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.