
Sebahat Tuncel: Em dixwazin Serok Apo di nav xwe de bibînin
- 14:18 21 Adar 2025
- Rojane
AMED - Aktîvîsta TJA'yê Sebahat Tuncel di Newroza dîrokî de axivî û got, "Xeyalek me heye, em dixwazin Serok Apo li vir di nava xwe de, li Sûrên Amedê bibînin."
Di Newroza Amedê ya dîrokî de ku di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) de bi dirûşmên"Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azaiyê Civaka Demokratîk " tê pîrozkirin, dirûşmên "Bijî Serok Apo" ji qadê bilind dibin.
Aktîvîsta TJAyê Sebahat Tuncel derket ser dikê û axivî. Axaftina Sebahat Tuncel wiha ye:
‘Silav ji Rêber Apo re’
“Silav ji hemû berxwedêr û kesên Newroz afirandine re. Silav ji şehîdên Newrozê re. Em li vir Newrozê pîroz dikin lê hevalên me girtî hene. Silav ji hemû girtiyên azadiyê re. Silav hezar silav ji Rêber Apo re. Silav li banga Rêber Apo. Em ji vir hemû bi yhek dengî ji Îmraliyê re bêjin Newroza te pîroz be. Em silavên germ ji Îmraliyê re bişînin. Pêvajoyek nû dest pê dike. Birêz Abdullah Ocalan peyamek da hemû cîhanê. Ji dewletê re got em êdî pirsgirêka Kurd li ser bingeha çareseriya demokratîk û civaka demokratîk çareser bikin. Birêz Ocalan dibêje hêza min ji vê çareserkirinê re heye.
Em dixwazin êdî Rêber Apo li Newroza Amedê be
Hê jî tecrîd didome. Hê jî şertên azadkirina birêz Ocalan nehatiye amadekirin. Vekirina rêya çareserî û aştiyê di destê dewletê de ye. Li aliyekî nîqaşa çareseriya demokratîk tê kirin, li aliyekî jî pêşî li siyaseta demokratîk tê girtin.
Azadiya Rêberê Gelê Kurd, azadiya gelê Kurd e. Em carek din silavên xwe jê re dişînin. Xeyalek me heye. Em jinên azad êdî dixwazin Serok Apo azad bibe û em Serok Apo di Newroza Amedê de dixwazin. Em dixwazin bi mafên xwe yên welatîbûna wekhev bijîn.
Newroza gelê me pîroz be.”
Nameya Mesûd Barzanî hat xwendin
Piştî Sebahat Tuncel, li ser navê Pîlotburoya PDKê û li ser navê Serokê PYD Mesûd Barzanî, Serbest Sindoyî derket ser dikê û Newrozê li gel pîroz kir. Serbest Sindoyî nameya Mesûd Barzanî xwend.
Mesûd Barzanî di nameya xwe de cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kir û got ku ew pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin destek dikin û dixwazin azadiya gelê Kurd pêk were.
Peyama Bafil Talabanî
Her wiha peyama Serokê YNKê Bafil Talabanî jî hat xwendin. Talabanî Newrozê li gelê Kurd pîroz kir û got ku ruhê wî li Newroza Amedê ye.
Endamên Hewldana Aştiyê û Akademîsyenên Aştiyê derketin ser dikê û gel silav kirin.
Nameya Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ku ji bo Newrozê şandibû, hat xwendin.
Her wiha navê hemû partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û siyasî ku tev li pîrozbahiyê bûne hat xwendin. Siyasetmedara Kurd Leyla Zana jî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bû.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel, li qada ku coş kêliyekê jî kêm nebû axivî.
Sebahat Tuncel a Newroza kesên ku li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê derketin qadan pîroz kir, diyar kir ku Newroz îro li qadan tê pîrozkirin, lê bi hezaran kes di zindanan de ne. Sebahat Tuncel got, "Ya ku îro hûn dixwazin li qadan bin, silav ji Serok Apo re. Silav ji Serok Apo re ku hewl dide biratiya gelan ava bike. Newroza Îmraliyê pîroz be. Serdemeke nû dest pê dike. Birêz Ocalan di 27'ê Sibatê de ji gelên Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn re peyam da bang li civakê jî kir; Em ê civakê ava bikin. Ji wê demê û vir ve hêviyek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li hemû cîhanê ava kiriye. Dema ku gel vê hêviyê girtiye, tecrîd didome. Hûn ê çawa rê li ber aştiyê vekin. Berpirsiyariya dewletê ye ku rê li ber aştiyê veke, berpirsyariya me ye ku em civakek demokratîk ava bikin."
Pîrozbahiyê bi axaftinan dewam kir.