Zekiye Alkan li ser gora xwe hat bîranîn
- 13:55 21 Adar 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Zekiye Alkan bi wesîleya Newrozê li ser gora xwe hat bîranîn, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn.
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya bajarê Îzmîrê, Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Îzmîrê, Komeleya Xizmên Windayan a Anadoluyê (ANYAKAYDER), Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê, çûn serdana gora Zekiye Alkan a ku polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê protesto kir û bedena xwe da ber agir.
Di bîranînê de pankarta bi nivîsa "Zekiye Alkan wê di agirê Newrozê de bijî" hat vekirin û dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Di bîranînê de Dayika Aştiyê Medîne Kaymaz û Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin axivîn.
Dayika Aştiyê Medîne Kaymaz diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyana xwe diyarî gelê Kurd kir û Newroza hemû kesên jiyana xwe ji dest dane û Newroza Abdullah Ocalan pîroz kir.
Piştre jî Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akîn mafê axaftinê girt û got Newroz xwediyê wateyeke girîng e.
Piştî axaftinan li ser gora Zekiye Alkan mûm hatin pêxistin.