Li Newroza Amedê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin
- 13:12 21 Adar 2025
- Rojane
AMED -Qada Newrozê ya dîrokî ya Amedê îro careke din mazûvaniya bi mîlyonan kesî kir. Jinên ku qada Newrozê tijî kirin bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re aştî, demokrasî û azadî" dengê xwe bilind kirin.
Parka Newrozê ya li navçeya Rezan a Amedê ye, ji saetên serê sibehê ve bû şahidê dîmenên rengîn. Newroza ku di pêşengiya Partiya Wekhevî ûDemokrasiyê (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) de bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" hat pîrozkirin, qad veguherand qada azadiyê.
Jinan bi cil û bergên xwe yên rengîn ên neteweyî, pankart û dirûşmên bi coş qad tijî kirin, bi yek dengî daxwazên xwe yên "Ji Ocalan re aştî, demokrasî û azadî" qîriyan. Li qadê gelek caran dirûşên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
Li qada ku daxwazên azadiyê deng vedan, coş û biryardariya jinan bal kişand. Li qada Newrozê govend hat gerandin. Jinên qada Newrozê gotin, "Ev Newroz wê bibe yek ji kombûnên herî xurt ên têkoşîna gelan a ji bo aştî û azadiyê." Jinan bal kişandin ser girîngiya azadiya Ocalan.