Li Helebê coşa Newrozê

  • 11:28 21 Adar 2025
  • Rojane
 
HELEB - Li bajarê Helebê şahiya newrozê dest pê kir. Bi def û zurneyan gel govendê digerîne û Newrozê pîroz dike. 
 
Îro li bajarê Helebê di bin dirûşmeya "Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo Misogeriya Civaka Demokratik e" şahiya Newrozê tê lidarxistin. Şahî li qada Şiqeyêf tê lidarxistin, qad bi alên kesk, sor, zer, alên rêbertî hatiye xemilandin.
 
Li ber deriyê qadê bi def û zurneyê şêniyên Helebê Newrozê pîroz dikin.