
Ji her du xuşkên hatin binçavkirin tu agahî nayê girtin
- 10:54 21 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 2 xuşkên hev ku 3 roj berê li Ûrmiyeyê hatibûn binçavkirin tu agahî tune.
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku 2 xuşkên hev roja 19'ê Adarê li bajarê Urmiyê hatine binçavkirin û eqûbeta wan nediyare. Di nûçeya ku ji aliyê RojNews ve hat belavkirin de hat diyarkirin ku navê xuşkên hev ku hatine binçavkirin Evîn Ehmedî û Sarya Ehmedî ne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku herdu xuşk di encama serdegirtina malan de bêyî biryara dozger hatine binçavkirin.