Kesên tevli Newroza Amedê bûn: Divê dewlet bersivê bide bangê

  • 10:51 21 Adar 2025
  • Rojane
AMED - Jinên ku tevli Newroza Amedê bûn "Banga sedsalê" bi bîr xistin û gotin, "Divê dewlet gavê biavêje."
 
Li Amedê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi dirûşmên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin. Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê ku hat lidarxistin, gel serê sibê dest bi hatina qadê kir. 
 
Beşdarên Newrozê bal kişandin ser girîngiya "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ku di 27'ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye kirin û gotin ku ew ji bo aştiyê hatine qadên Newrozê. Li aliyê din jinan diyar kirin ku divê dewlet gavan biavêje.