
'Newroz bi rihê tekoşînê tê pîrozkirin'
- 10:45 21 Adar 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Jinên li Helebê yên têkildarî Newroza sala 2025'an hestên xwe anîn ziman diyar kirin ku Newroza îsal ji bo wan xwediyê wateyeke cuda ye û wiha gotin:"Bi banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' Newroza me îsal bi rihê têkoşînê tê pîrozkirin."
Newroza sala 2025'an li her aliyê Kurdistanê bi coş û kelecaneke mezin tê pîrozkirin. Li Helebê jî Gelê Kurd Nerwoza sala 2025'an bi çalakiyên curbecur pîroz dikin. Jinên li Helebê bal birin ser Newroza bi rihê yekîtiyê tê pîrozkirin û wiha gotin:"Newroz ji bo me tê wateya roja nû ji ber ku çawa em ji zivistanên sar û seqem derbasî buhara geş dibin di roja me ya îro de jî newroz ji bo me tê wateya roja nû û geş."
'Newroz ji bo me tê wateya roja vejînê'
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratik (PYD) Ferîhe Ehmed bal bir ser girîngiya Newrozê û wiha got:" Em cejna Newrozê li hemû gelên aştîxwaz û li rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Newroz ji bo me tê wateya roja vejîn û pêkanîna hebûna Gelê Kurd. Cejna Newrozê ji bo me weke statuya pêkanîna serfiraziyê tê destgirtin û pîrozkirin."
'Newroz roja bilindkirina vîna gelên bindest e'
Ferîhe Ehmed bi lêv kir ku Newroz roja bilindkirina vejînê ye û wiha got:" Ji bo gelê Kurd bi taybet roja Newrozê û pîrozkirina wê bûye çandek dîrokî a bi nirx, wate û mayinde. Ev tê wateya ku gelê Kurd çanda xwe her parastiye û dide parastin. Her çiqas em vê rojê weke rojek dîrokî pênase bikin divê li tenişta wê jî weke roja bi serketina azadiyê ya li hember koletiyê em bidin pênase kirin. Ev roj bû roja bilindkirina vîna gelên bindest."
'Pêkanîna aştiyê û azadiyê bi projeya rêbertî misoger dibe'
Ferîhe Ehmed bal bir ser projeya aştî û azadiyê û wiha got:"Newroza îsal ji bo me xwedî wateyek bi nirx e. Ji ber peyama Rêbertî ev Newroz ji bo me hîn bi wate bû. Banga Rêberê Abdullah Ocalan bi xwe re dîroka vejînê da nivîsandin. Ji bo vê jî heya ku projeya aştî û azadiyê bi ser bikeve divê di serî de di nava wê projeyê de yekîtiya gelan esas bê girtin. Pêkanîna aştiyê û azadiyê bi projeya rêbertî misoger dibe."
'Ya rasteqîn felsefeya Rêbertî ye'
Ferîhe Ehmed bi lêv kir ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêzê dide wan û wiha dewam kir:"Bê guman ji ber ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan felsefeya rasteqîn e ku di xwe de sincekê vedihewîne divê em jî layiqî vê felsefeyê bin. Û divê ji bo bi dawîkirina aloziya heyî ya li Rojhilata Navîn em li berxwe bidin. Pêkanîna aştiyeke cîhanî û misogerkirina mafên hemû pêkhateyan wê bi saya felsefeya Rêbertî be."
'Bi Newroza xwe em ê bibin bersiv'
Di dawiya axaftina xwe de Ferîhe Ehmed wiha bi lêv kir ku bi hêvî ne bi vê boneyê hemû civakên bin dest azad bibin û wiha dom kir:"Bi boneya hatina Newrozê cejna azadî û serfiraziyê hêviya me ew e ku tevahî civakên bindest ber bi azadiyê û serfiraziyê ve biçin. Îro gelek komkujî û qetilem li Sûriyeyê tê kirin, sivîl tên kuştin. Dewletên ku van komkujiyan dikin daxwaza wan ew e ku Newroza me û pîrozbahiya Newrozê asteng bikin lê belê em ê bi felsefeya Rêbertî bi Newroza xwe û bi pakrewanên xwe bibin bersiv. Li hemberî hemû êrîş û komkujiyên bi ser me de tên em ê berxwedana xwe dewam bikin. Newroz jiyan bi wate kir projeya Rêbertî jî wê jiyanê bi nirx dike."
'Newroz ji bo me roja nû ye'
Hevseroka Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Leyla Xalid jî têkildarî wateya Newrozê û coşa wê ya di îsal de wiha got:"Heyva adarê ji bo me tê wateya heyva azadiyê. Newroz ji bo gelê Kurd bi taybet xwedî wateyek cuda ye ji ber ku gelê Kurd beriya hezar salan li hember zordariya ku dihat meşandin serî hildan û ji xwe re şoreşek serxwebûnê dan avakirin û azadiya xwe bi dest xistin. Newroz ji bo me tê wateya roja nû ji ber ku çawa em ji zivistanên sar û seqem derbasî buhara geş dibin di roja me ya îro de jî newroz ji bo me tê wateya roja nû û geş."
'Newroz bi rihê tekoşînê tê pîrozkirin'
Leyla Xalid da zanîn Newroz bi rihê tekoşînê tê pîrozkirin û wiha pê de çû:"Peyama Rêbertî ya ku di 27'ê Sibatê de hat dayin tê wateya pêkanîna aştiyê. Li cîhanê ne tenê di nava civaka Kurd de, îro Rêbertî di peyama xwe de banga xwe ji bo tevahî gelan rê dike da ku bi hev re têkoşîna xwe bidin destpêkirin û bilindkirin her wiha xwe bi rêxistin bikin û xwedî li têkoşîna xwe derkevin. Lewma bi banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' Newroza me îsal bi rihê têkoşînê tê pîrozkirin."
'Peyama rêbertî nas bikin û di pêkanîna aştiyê de bixebitin'
Di dawiya axaftina xwe de Leyla Xalid wiha got:"Îro peyama Rêbertî û newroz ji bo me heman wate ye. Her du jî di warê pêkanîna aştiyê de weke statu tên girtin. Peyama Rêbertî ji bo me vejîn e lewma banga me ji bo tevahî gelan heye bi taybet yên ku dixwazin bigihêjin azadiya xwe ku xwe di felsefeya rêbertî de kûr bikin û xwedî lê derkevin. Peyama Rêbertî nas bikin û bi hev re di warê pêkanîna aştiyê de bixebitin."