
'Daxwaz rizgariya Rêbertî ye'
- 09:05 21 Adar 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Ji rêveberiya Koordînasyona Kongra Star Rihan Loqo têkildarî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha got:"Ji ber ku Rêbertî berpirsiyariya doza jin û civakê hildaye ser milê xwe em jî weke jinên azadîxwaz her di nava çalakiyên xwe de banga aştî û rizgariya Rêbertî dikin. Her wiha bi banga Rêbertî ya aştî û ya 8'ê Adarê bi hezaran jin herikîn qadan û yekem daxwaza wan rizgariya Rêbertî bû."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga sedsalê ya ‘aştî û civaka demoratîk’ kir. Bandor û piştgiriya ji bo banga dîrokî jî dewam dikin. Ji rêveberiya Koordînasyona Kongra Star Rihan Loqo jî derbarê banga dîrokî de nêrînên xwe anî ziman. Rihan Loqo da zanîn ev banga dîrokî wê bandoreke mezin li ser rewşa heyî bike û got:"Têkoşîna gel bi berxwedana Rêbertî mezin bû."
'Têkoşîna gel bi berxwedana Rêbertî mezin bû'
Ji rêveberiya Koordînasyona Kongra Star Rihan Loqo bal bir ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got:"Di 27'ê Sibatê de ji aliyê rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga dîrokî hat kirin. Ew jî banga aştî û civaka demokratik bû hat kirin. Piştî têkoşîneke demdirêj a salan e ku hat meşandin li hember hişmendiya nîjadperest, olperest û mêr-dewletê berxwedanek hat dayin. Her wiha ev hişmendiyên ku ewqas sal li ser tunekirina nasnameya Gelê Kurd xebatê dikin negihaştin armanca xwe. Li hember van xebatên qirêj Gelê Kurd bi salan e têkoşînek bê navber a dîrokî dide meşandin. Lê bê guman em dikarin wiha bidin pênasekirin ku ev têkoşîna dîrokî ku tê meşandin bi saya berxwedana 26 salan a Rêbertî ye. Ji bo bidawîkirina zihniyeta mêtinger jî têkoşîn û banga Rêbertî ya dîrokî girîng e."
'Rihê berxwedana Îmraliyê şaxên xwe belav dike'
Rihan Loqo diyar kir ku Rihê berxwedana Îmraliyê şaxên xwe belav dike û wiha got:" Berxwedana li Îmraliyê şaxên xwe berdan nava tevahî gelên aştî û azadîxwaz. Îro têkoşîna Gelê Kurd û di serî de ya jinên Kurd bi rihê têkoşîna li Îmraliyê pêş dikeve. Li qadên têkoşînê xweparastin, xwebirêxistinkirin asta xwe bilindtir û berfirehtir dike. Ya rast divê em bibêjin ku îro rihê berxwedana Îmraliyê xwe li qadan nîşan dide. Bê guman Rêbertî jî berxwedanek pir bi wate li hember sîstemên komploger da meşandin û her dide dewamkirin."
'Komplo û tecrîd her vala tên derxistin'
Rihan Loqo bal bir ser felsefeya Jin Jiyan Azadî jî û wiha dewam kir:"Ji salên dirêj Gelê Kurd bi Rêbertî re bi felsefeya Jin Jiyan Azadî her wiha bi netewa demokratîk re têkoşîna xwe dane xurtkirin. Ev proje ji bo tevahî gelên azadîxwaz weke çêjek azadiyê dide wan. Di heman demê de di nava hemû civakan de dibe weke sîstemek xweavakirina ji nû de. Ango weke çavkaniya hebûna wan civakan tê destgirtin û her ku ev sîstem tê rûniştandin her ku asta daxwaza azadiyê mezin dibe û asta rêxistinbûyinê berfirehtir dibe pêşiya civakê hîn ronî dibe. Her wiha wê bi têkoşîna gel sîstema komplo û tecrîdê jî her vala derkeve."
'Xwestin gel û Rêbertî ji hev qut bikin'
Rihan Loqo da zanîn hat xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Gelê Kurd ji hev bên qutkirin lê kesên wiha xwestin bi ser neketin û wiha pê de çû:"Bi hemû hewldanan sîstemên komploger xwestin gel û Rêbertî ji hevdu veqetînin lê belê ew planên wan pêk nehatin û vala derketin. Sedema wê ew bû ku berxwedana li Îmraliyê di dilê hemû civakan de bû îlhama azadî û israra avakirina civaka demokratîk."
'Divê em têkoşîna xwe mezin bikin'
Rihan Loqo da zanîn divê ew bi peyama Abdullah Ocalan têkoşîna xwe mezin bikin û wiha pê de çû:"Weke Rêxistina Kongra Star peyama Rêbertî ji bo me esas û bingeh e ji ber ku Rêbertî bû ronahiya tarîtiya ku ewqas sal jinên Kurd, Rojhilata Navîn tê de dijiyan. Îro em bi Rêbertiya xwe re bûn xwedî felsefe. Em ê hemû jinên ku dildarên azadiyê ne li derdora peyama Rêbertî bibin têkoşerên pêkanîna aştiyê. Rêbertiya me bi wesîleya 8'ê Adarê ji bo jinan taybet peyamek bi rê kir. Bi vê peyamê re em carek din bi germahiya dilê xwe silavên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re ji qadên têkoşîn û şoreşê bi rê dikin. Bi peyama Rêbertî 8'ê Adarê bû xwedî wateyek cuda. Bû xwedî coşek bilind. Divê em her di çalakiyên xwe de bi rihê banga dîrokî banga têkoşîna ji bo bidawîanîna li tecrîdê, têkoşîna xwe mezin bikin."
'Daxwaz rizgariya Rêbertî ye'
Rihan Loqo daxwaza rizgariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha pê de çû:"Ji ber ku Rêbertî berpirsiyariya doza jin û civakê hildaye ser milê xwe em jî weke jinên azadîxwaz her di nava çalakiyên xwe de banga aştî û rizgariya Rêbertî dikin. Her wiha bi banga Rêbertî ya aştî û ya 8'ê Adarê bi hezaran jin herikîn qadan û yekem daxwaza wan rizgariya Rêbertî bû. Rêbertî dibêje ji bo civakek azad were avakirin divê di serî de hebûna jinan were parastin, divê jin azad bibin. Rêbertî di paraznemeyên xwe de ji bo jinan hebûn û nasnameyê girîng dibîne û herî dawî jî peyama Rêbertî ya ji bo jinan a di 8'ê Adarê de vê rastiyê radixe ber çavan. Bi jinek azad malbatek demokrat û civaka azad tê avakirin."
'Peyama Rêbertî riya çareseriyê ye'
Di dawiya axaftina xwe de Rihan Loqo got:"Her du peyamên Rêbertî ji bo me xwedî wate û nirx e. Emê jî di çarçoveya pêkanîna aştiyê de xebatê bikin ji ber ku peyama Rêbertî ji bo tevahî jin û gelan riya azadiyê ye her wiha deriyê çareseriyê ye. Banga me ji bo hemû gelan ew e ku em di nava banga aştî û civaka demokratîk de xebatê mezin bikin. Bi zanista jineolojiyê em asta xebatê bigihêjin lûtkeyê. Em bi hev re hemû planên dagirker û komploger di vê sedsalê de mehkûm bikin. Divê em Rêberê xwe rizgar bikin da ku pêngava aştî û civaka demokratik pêk were."