Li Îzmîrê ji jinan banga Newrozê

  • 09:03 21 Adar 2025
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Jinên xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwazên azadiyê yên gelê Kurd derdikevin, banga tevlibûna Newrozê li hemû kesî kirin.
 
Wê îsal Newroz li Îzmîrê di 22’yê Adarê de bi dirûşmeya ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ û ‘Ji bo azadiyê Newroza Civaka Demokratîk’ li Qada Gundogduyê bê pîrozkirin. Jinan diyar kirin ku îsal ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dadikevin qadan û ji Newrozên din cudatir bi coşek mezin wê pîroz bikin. Jinan banga tevlibûna Newrozê li hemû kesî kirin.
 
‘Agirbesta yek alî nabe’
 
Dayika Aştiyê Hediye Korkut da zanîn ku bila ev Newroz bibe Newroza aştî, wekhevî, yekitî û azadiyê û Neweroza hemû girtiyên siyasî pîroz kir. Hediye Korkut der barê pêvajoyê de axivî û got: “Em ji banga serokatiya xwe gelek kêfxweş in. Lê agirbest yek alî nabe. Divê dewlet gavê bavêje. Lê em dinêrin ew hîn bêtir êrîş dikin. Em li dijî van êrîşan û komkujiyan e. Em şer naxwazin, em aştiyê, wekheviyê dixwazin. Serokatiya me destê aştiyê dirêj dike. Em destê aştiyê dirêj dikin. Lê ew ne wek me ne. Ez wek dayikek Kurd bang li wan dikim. Bila ji bo aştiyê gavê bavêjin. Em aştiyek bi rûmet dixwazin. Zarokên me ji bo mirinê nayên dinê.”
 
‘Bi cil û bergên xwe tevli bibin’
 
Rêvebera Mala Hunerê ya Jin Art Belkisa Suleymanoglu jî bi lêv kir ku di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin û got: “Ev Newroz wê bibe Newroza aştî û azadiyê. Em ê jî bi reng, deng û stranên xwe li qadan bin û agir gur bikin. Em bang li hemû jinan dikin. Bi cil û bergên xwe yên kurdî tevli bibin û em agirê Newrozê bi hev re geş bikin.”
 
‘Newroz wisa hêsan nehatiye van rojan’
 
Vesîle Turan bi lêv kir ku 52 sal in li Îzmîrê dijîn û got di salên 90’î de veşartî Newroz pîroz dikirin û got: “Birayên min veşartî agir pêdixistin. Lê îro em bi rehetî pîroz dikin. Ji bo Kurdan Newroz girîng e. Em dixwazin ciwanên me bên Newrozê. Newroz wisa hêsan nehat van rojan. Divê her kes tevli Newroza Îzmîrê bibin.”
 
‘Bila dayikên leşkeran jî bê Newrozê’
 
Maşalllah Ozmen daxuyakirin ku her sal bi malbatî tevli Newrozê dibin û wiha dirêjî dayê: “Em cejna Kurdan bi coş pîroz dikin. Em her sal bi coş pêşwazî dikin. Em cil û bergên xwe li xwe dikin. Li zarokên xwe dikin. Newroza îsal girîng e. Em çareseriya pirsgirêka Kurd dixwazin. Bila ne gerîla ne leşker bimrin. Me Newroz bi saya xwîna şehîdan bi saya serokatiyê bidest xist. Bila dayikên leşkeran jî bên Newrozê û aştiyê bixwazin.”
 
‘Ji bo jinan daxwaza aştiyê’
 
Marîa Agir jî destnîşan kir ku ew di Newrozê de ji bo jinan aştiyê diwaze û got ew Newroza hemû kesî pîroz dike.
Endama Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Îzmîrê Gul Ekîcî jî nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku bi salan e tevî zilmê gelê Kurd tevli Newrozê dibe û bang li hemû jinên berxwedêr kir ku di Newrozê de bên gel hev.